Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 23 APR 2024 13:29 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Amerîka ji Iraqê vekşe dê DAIŞ bi hêzeke mezintir vegere
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî radigehîne ku Herêma Kurdistanê têbiniyên wê hene li ser kesayet û awayê diyarkirina Mihemed Tofîq Elawî yê hatiye erkdarkirin bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê. Herwiha dibêje, Amerîka ji Iraqê vekşe dê welatên din ên di nava Hevpeymaniya Navdewletî de jî hêzên xwe ji Iraqê vekşînin û dê DAIŞ bi hêzeke mezintir vegere.

Serok Barzanî di hevpeyvînekê li gel televîzyona Zagros a erebî behsa çend pirsekê niha yê Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê kir.

Serok Barzanî di wê hevpeyvînê de ragehand, xwepêşandanên niha li Iraqê ji ber parçekirina şikestên berê ne û pêwîst e kar li ser çêkirin û avakirina wan xeletiyan bên kirin, ku bûne sedemê van şikestan. “Ji destpêkê ve me piştevaniya xwe bo xwepêşandan û daxwazên wan ên rewa nîşan dane, lê li gel vê jî me daxwaz kiriye, çareseriyek aştiyane ve pêk were û rê ji kesên firsetçî re neyê dayîn ku siwarî wê pêlê xwepêşandanan bibin.”

Serok Barzanî amadebûna Hewlêrê bo mêvandariya civînên navbera aliyên siyasî û xwepêşanderên Iraqê yên ji bo dîtina çareseriyek guncaw û derketina ji krîza naha jî nîşan da.

Serok Barzanî derbarê Mihemed Tofîq Elawî û mekanîzmaya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de jî ragehand, mekanîzmaya destnîşankirina wezîrên hikûmeta nû ya Iraqê, bi serokatiya Mihemed Elawî serkeftî nîne û nayê qebûl kirin. “Pêwîst e kar li gel saziyên destûrî yên Hherêma Kurdistanê bike bo pêkanîna kabîneyê û destnîşankirina wezîran. Hemû binpêkirinekê em red dikin, ku dibine sedemê binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û pêkhateyên din ên Iraqê.”

Derbarê dûrxistina pêkhate û aliyên Iraqê ji aliyê Mihemed Tofîq Elawî ve jî serok Barzanî got, Kurd û Sunne û hejmarek zêde ji şîeyan bi vî awayê Elawî yê pêkanîna kabîneyê nerazî ne. ji ber “Xwedê giravî bi navê serbixwe û bêalîbûna wezîran ve dê kabîneyê destnîşan bike, lê piştre dê bi dilê xwe jî bikarbînê.”

Derbarê bêalîbûna wezîrên kabîneya Elawî de jî Serok Barzanî got, ew awaye xwe mezindîtina nû ye û ne raste. Wezîr dê ji aliyên wan ve bên destnîşa kirin ku Elawî bo wî erkî diyar kirine.

Derbarê helwêstê herêma Kurdistanê de jî Serok Barzanî ragehand, herêma Kurdistanê têbiniyên wê li ser kesayetî û awayê diyarkirina Mihemed Elawî û endamên kabîneya wî heye.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku Elawî nikare rêkeftina pêkanîna hikûmeta xwe li ser wan aliyan ferz bike ku ne beşekin ji wê rêkeftinê. Eger Ellawî bê beşdariya Kurdan û Sunneyan hikûmetê ava bike, bila ew hikûmet pîrozî wî be.

Derbarê gefên DAIŞê û metirsiyên wê rêxistina terorîst de jî Serok Barzanî diyar kir, DAIŞ hîn metirsî ye û gefekî cîdî ye li ser Iraq û Herêma Kurdistanê. Eger hêzên Amerîkayê ji Iraqê xwe vekêşin, wê demê ew rêxistin dê careke din û bi hêzeke mezintir ve vegere. Ji ber wê biryara vekêşîna hêzên Amerîkayê, biryarekî çarenivîsaz e û nabe bikeve nava hest û soz û muzeyedeyan de.

Derbarê milmilaneyên derve yên li ser axa Iraqê û Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî ragehand, “Nabe Iraq, yan jî Herêma Kurdistanê bibe qada milmilaneyên Amerîka û Îranê. Pêwîst e Iraqê erkdarkirinên Îranê yan jî her welateke din red bike.”

Serok Barzanî derbarê destkarîkirina ser destûra Iraqê de jî got: “Em li gel sererastkirin û nûjen kirinê ne. Eger armanc dewlemendkirin û çaksazî be. Lê bi hemû awayekî em wî karî red dikin ku eger bibe sedemê ziyangehandina bi mafên gelê kurd û Herêma Kurdistanê û demokrasiyê.”

 


 




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Tirkiyê kirin

MONDAY, 22 APRIL 2024 22:04:00

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê gehişt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hat kirin.

 
Serok Barzanî: Medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

MONDAY, 22 APRIL 2024 20:04:50

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 126 saliya Roja Rojnamevaniya Kurdî di peyamekê de pîrozbahî li rojnamevanên Kurdistanê kir û got pêwîst e ragihandinkar û rojnamevanên Kurdistanê wê yekê herdem ji bîr nekin ku medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

 
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bi rêz û pêzanîn ve li rola giring a karê rojnamevaniyê dinêre

MONDAY, 22 APRIL 2024 19:04:06

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 22ê Nîsanê Sêyemîn Dîdara Navdewletî ya Rojnamegeriyê bi dirûşma Parastina Rojnamegerên Jin ji cudakariya zayendî, li Hewlêrê hat lidarxistin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact