Munchen-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Munchenê ligel şandeke mezin a Kongrêsa Amerîka bi serokatiya senator Lindsey Graham civiya.
Di çarçoveya Konferansa Munchenê îro Şemiya 15.2.2020 Mesrûr Barzanî û şanda Kongrêsa Amerîkayê civiyan.
Di civînê de rewşa Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin û şanda Kongrês piştevaniya xwe ji Herêma Kurdistanê re tekez kir û amaje bi wê da, ku Herêma Kurdistanê hevpeymaniyeke girîng ê Amerîka ye li navçeyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya Amerîka kir û got, Herêma Kurdistanê wek faktereke girîng ê cîgirbûna aştî û ewlehiyê li navçeyê berdewam dibe.