Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi telefonê axivîn û behsa rewşa Iraqê kirin.
Îro Îna 3.1.2020 Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo pêwendiyeke telefonî encam dan.
Di wê pêwendiya telefonî de, gotûbêj derbarê pêşhateyên dawî yên li Iraqê û navçeyê hat kirin û tekezî li ser aramkirina rewşa navçeyê û nehiştina alozî û xweragirtinê û berdewambûn bi diyalogê hat kirin.