Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, ew gelekî ji kuştina xwepêşanderên Iraqî nîgeran in û daxwaz kir, tawankarên wan rûdanan bên girtin û dadgehîkirin.
Duhî li paytexta Iraqê, Bexdayê xwepêşander rastî êrişa çekdarî hatin, herî kêm 16 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser wê rûdanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew gelekî ji berdewambûna tundiyê li dijî xwepêşanderan û kuştina wan nîgeran in. Divê tawanbar demildest bên dîtin û dadgehîkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku xwepêşandana aşitiyane û sivîl mafekî qanûnî û rewa yê welatiyan e û ti carî ew êriş û tundî li dijî xwepêşanderan nayê qebûlkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê hişyarî jî daye û ragihandiye, divê her kes û aliyek berpirsiyarane hereket bike da ku rewş ji kontrolê dernekeve û tiştên xeter neqewimin, xwîn nerije û hemû di çarçoveya qanûnê de kar bikin.