Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 19:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Doza Kurd li navçeyê pirseke mezin e û çareserkirina wê beşeke giring e ji bo aştiyê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê îro beşdarî duyemîn roja Dîdara Aştî û Asayiş li Rojhilata Navîn a Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Duhokê bû û di gotarekê de ragihand, “doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê li navçeyê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de spasî û destxweşî li hemû wan kesan kir, ku di sazkirina vê konferansê de li Duhokê beşdar bûne û bi xêr hatina mêvanên derve kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, asayiş û aştî li Rojhilata Navîn mijarên gelek giring ên navçeyê û cîhanê ne û diyar kir: “Pirsgirêkên Rojhilata navîn ne tenê asayiş û pêwendiyên welatên navçeyê tûşî krîzê kiriye, lê belê bûne metirsî û gef bo ser aştî û berjewendiyên welatên mezin û cîhanê jî.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa navçeyê kir û got: “Tişta ku li navçeyê çêdibe, encama şaşî û kombûna pirsgirêkên berê û nexşeya jeosiyasî ya piştî şerê cîhanî yê yekem e ku komek kêşeyên siyasî li navçeyê bêçareser hîşt û ji wan jî doza Kurd.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê Doza Kurd de jî destnîşan kir, ku “Doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê ye li navçeyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê bi gotina piştî Bihara Erebî şerê bi wekalet li navçeyê dest pê kir, da xuya kirin: “Piştî Bihara Erebî û rûxana rejîma berê ya Iraqê, rola hin welatan li navçeyê lawaz bû, hin dewletan ji bo ku bibin hêza yekem û pêşeng li navşeyê, dest bi rikeberiyê kirin. Ew bûne sedema serhildana şerê bi wekalet û milmilaniyên navçeyî. Zemîne ji bo destwerdana serbazî ya navdewletî çêbû. Ew bûye sedema germbûna şeran û kêmbûna derfeta navbeynkariyê, çimku hêzên navdewletî li cihê rola xwe ya navbeynkariyê, bûne beşek ji şer.”

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser berdewamiya metirsiya DAIŞê kir û da xuyakirin, “DAIŞ hêj jî gef e li navçeyê û li seranserê cîhanê, him weke îdeolojî û him weke komeke çekdarî.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi hewldanên Herêma Kurdistanê bo dabînkirina asayişê li herêmê kir û got: “Stratejiya me belavkirina istiqrar û pêşkevtinê li Herêma Kurdistanê, li tevahiya navçeyê ye.”




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact