Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radighîne alozbûna rewşê li Iraqê û navçeyê di berjewendiya gelên navçeyê de nîn e.
Îro Pêncşema 3.10.2019 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Senatora Amerîkî Tami Baldiwîn û şandeke pê re civiya. Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Feigin jî amade bû. Di civînê da pêwendiyên Herêma kurdistanê û hikûmeta fedral a Iraqê û rewşa aramiyê li deverê, liv û tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku danûstandinên ligel hikûmeta fedral bi başî birêve diçin, û Serokwezîrê Iraqê têgihiştinek wî ya baş bo meseleyên danûstandinan heye û hêvî xwest, ku liser binemaya destûrê bigihin rêkeftinê. Herwiha Mesrûr Barzanî destnîşanî bi rewşa aloz a li Iraqê jî kir û da zanîn ku alozbûna rewşê li Iraqê û navçeyê di berjewendiya gelên navçeyê de nîn e. Barzanî, amaje bi liv û tevgera şanên veşartî yên DAIŞê li çend navçeyên Iraqê kir, ku gefên mezin in liser şeniyên wan navçeyan û bi pêwîst jî zanî, hemahengiyeke zêdetir ji bo rûbirûbûn a wan hebe.