Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind a Rûsyayê tekezî li ser xurtkirina pêwnediyên navbera Hewlêr-Moskowê kirin.
Îro Balyozê Rûsya yê li Iraqê, Maksîm Maksîmov serdana Herêma Kurdistanê kir û li gel Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî hevdîtin pêk anî.
Balyozê Rûsya yê li Iraqê peyamên pîrozbahiyê yên Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Cîgirê Wezîrê Derve Mixaîl Bogdanov ên bi boneya destbikarbûna wî weke Serokê Herêma Kurdistanê gihande Nêçîrvan Barzanî.
Nêçîrvan Barzanî û Maksîm Maksîmov di vê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Herêma Krudistanê û Rûsyayê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî herwiha ragihandiye, Herêma Kurdistanê amade ye li gor destûrê pirsgirêkan li gel hikûmeta Iraqê çareser bike û di vê çarçoveyê de amaje bi serdana duh a şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê kir.
Di hevdîtinê de rewşa Rojhilata Navîn û çend mijarên din ên têkildarî rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.