Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 8 DEC 2025 00:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê werdigire
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Îro Yekşem, 09.11.2025, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, nameyek ji birêz Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, wergirt.

Di nameya xwe de, birêz Rubio rola Serok Nêçîrvan Barzanî di vekirina boriyê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ji bo ji nû ve hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne, herwiha pêşwaziyê li vê pêngavê dike.

Di beşeke din a nameyê de, birêz Rubio ji bo rola berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî ya hêsankirina diyaloga di navbera Tirkiye û PKK'ê de û hewldanên wî yên ji bo parastina aramî û ewlehiya li Sûriyê, rûmeta xwe derdibre.

Birêz Rubio hevkariya berdewam a di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de wekî bingehê aramî û pêşketinê bi nav dike. Di vê derbarê de ji Serok Nêçîrvan Barzanî re dinivîse: "Rêbertiya we ya avaker û hevkariya we, ruhê berpirsiyarî û zanayiyê nîşan dide ku dibe sedema xurtkirina aştî û hevkariyê."

Di dawiya nameya xwe de, birêz Wezîrê Derve yê Amerîkayê ligel silav, rêz û spasdariya ji bo hevpeymaniya berdewam a her du aliyan, hewldanên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo hevkariyê û yekîtiyê bilind dinirxîne, herwiha tekez dike ku xurtkirina hevkariya aborî ya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, berjewendiyên wan ên hevbeş bihêz dike.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê hemû piştgiriyeke Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê li Tirkiyê dupat dike

SATURDAY, 06 DECEMBER 2025 16:12:43

Hewlêr-KDP.info: Îro Şemiyê 06.12.2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de ji bo Konferansa Navdewletî ya Aştî û Civaka Demokratîk ku DEM Partiyê rêk xistiye û li Stenbolê birêve çû, hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina aştiyê li Tirkiyê dupat kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îmaratê civiya

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 23:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Ebû Dhabî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê re civiya.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê li Ebû Dhabî civiyan

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 22:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: îro 5ê Berçileya 2025an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îmaratê de, li bajarê Ebû Dhabî li gel Serokê Mîrnişîna Yekbûyî ya Erebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan civiya.

 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 00:12:39

Hewlêr-KDP.info: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encam û karvedanên serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî têkdan gorên Xiristiyanan bi tundî şermezar kir

THURSDAY, 04 DECEMBER 2025 22:12:03

Hewlêr-KDP.info: Baregeha Barzanî li ser destdirêjî, têkdan û şkandina gor û kêliyên goristana Xiristiyanan li Koyeyê ragihandinek parve kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact