Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 8 DEC 2025 00:15 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bi amadebûna Serok kernevala herî mezin a PDKê li Hewlêrê birêve çû
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Îro 07.11.2025ê bi amadebûna Serok Barzanî ve kernevala herî mezin bo piştevaniya lîsteya 275 a PDKê li stadyuma Şehîd Frenso Herîrî birêve çû.

Serok Barzanî sedemên beşdarbûna PDK'ê di hilbijartinan de eşkere kir û got: "Em dizanin ku di vê hilbijartinê de guhertin di hejmara kursiyan de çênabe, ji ber ku kursî jixwe berê hatine dabeşkirin. Lê em ji ber du sedemên sereke beşdar bûn. Ya yekem, gelek dost û hevkarên me yên Ereb, û dostên me yên li derve, hemûyan daxwaz kir ku em beşdar bibin.

Herwiha me peyamên gelek erênî ji dost û hevkarên xwe yên li Bexdayê wergirtin ku dibe ev hilbijartin bibe rêxweşker ji bo ku em proseya siyasî ya li Iraqê vegerînin ser rêya wê ya rast. Ev derfeteke gelek baş e, ji ber vê yekê em beşdar bûn da ku bi wan dost û hevkarên ku bawer dikin pêwîst e reformên bingehîn li Iraqê bên kirin re, destê xwe têxin nav destê wan û hemû hewldanê bidin."

Serok Barzanî sedema duyemîn a beşdarbûnê anî ziman û got: "Sedema duyemîn a beşdariya me di hilbijartinên Iraqê de, ji bo wê yekê ye ku giraniya PDKê nîşanî her aliyekî bê dayîn." Herwiha bang li xelkê kir û got: "Ez daxwazê ji we dikim, her çend pêwîstiya we bi rênîşandanê nîne, lê dengê xwe bidin Lîsteya 275'an, da ku bibe bersivek ji bo her kesî."




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê hemû piştgiriyeke Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê li Tirkiyê dupat dike

SATURDAY, 06 DECEMBER 2025 16:12:43

Hewlêr-KDP.info: Îro Şemiyê 06.12.2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de ji bo Konferansa Navdewletî ya Aştî û Civaka Demokratîk ku DEM Partiyê rêk xistiye û li Stenbolê birêve çû, hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina aştiyê li Tirkiyê dupat kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îmaratê civiya

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 23:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Ebû Dhabî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê re civiya.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê li Ebû Dhabî civiyan

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 22:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: îro 5ê Berçileya 2025an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îmaratê de, li bajarê Ebû Dhabî li gel Serokê Mîrnişîna Yekbûyî ya Erebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan civiya.

 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 00:12:39

Hewlêr-KDP.info: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encam û karvedanên serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî têkdan gorên Xiristiyanan bi tundî şermezar kir

THURSDAY, 04 DECEMBER 2025 22:12:03

Hewlêr-KDP.info: Baregeha Barzanî li ser destdirêjî, têkdan û şkandina gor û kêliyên goristana Xiristiyanan li Koyeyê ragihandinek parve kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact