Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 8 DEC 2025 00:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Kerkûk dilê Kurdistanê ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro (Şemî, 25ê Cotmeha 2025ê) Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, ahenga bangeşeya hilbijartinan a Lîsta 275ê ya PDKê ji bo kandîdên Kerkûk û Bexdayê li Hewlêrê hat kirin.

Di gotara xwe de, Mesrûr Barzanî got: "Ez pêşwaziyeke germ li xelkê Kerkûka têkoşer û dilê Kurdistanê dikim. Spas ji bo xweragiriya we, spas ji bo bîhnfirehiya we û spas ji we re ku tevî hemû zilm û stemkariya ku li we hatiye kirin, hîn jî xwîna we zer e û dilê we ji bo Kurdistanê lê dide."

Cîgirê Serokê PDKê amaje jî da:“PDK ne tenê berevaniyê ji Kurdan dike, lê herwesa berevaniyê ji Ereb, Tirkmen û hemî pêkhateyên din ên Iraqê jî dike.”

Herwesa got: "Divê rêya birêvebirinê li Bexdayê bê sererastkirin û mafên hemî pêkhateyên Iraqê bi wekhevî bên dabînkirin."

Mesrûr Barzanî eşkere jî kir: “Mixabin, em dibînin ku şert û mercên jiyana xelkê bajarên Iraqê pir dijwar in. Li Bexdayê wekî pêdivî dahat û çavkaniyên xwezayî nehatine birêvebirin û xizmet bi wekhevî ji welatiyan re nehatine pêşkêşkirin.”

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de piştgiriya xwe ji bo daxuyaniya Cîgirê din ê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî, ya ji bo bidestxistina yek milyon dengî nîşan da û got: "Bêguman, wek birayê min ê ezîz Nêçîrvan Barzanî got, em dikarin di hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Iraqê de yek milyon dengî bidest bixin."




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê hemû piştgiriyeke Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê li Tirkiyê dupat dike

SATURDAY, 06 DECEMBER 2025 16:12:43

Hewlêr-KDP.info: Îro Şemiyê 06.12.2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de ji bo Konferansa Navdewletî ya Aştî û Civaka Demokratîk ku DEM Partiyê rêk xistiye û li Stenbolê birêve çû, hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina aştiyê li Tirkiyê dupat kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îmaratê civiya

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 23:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Ebû Dhabî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê re civiya.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê li Ebû Dhabî civiyan

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 22:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: îro 5ê Berçileya 2025an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îmaratê de, li bajarê Ebû Dhabî li gel Serokê Mîrnişîna Yekbûyî ya Erebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan civiya.

 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 00:12:39

Hewlêr-KDP.info: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encam û karvedanên serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî têkdan gorên Xiristiyanan bi tundî şermezar kir

THURSDAY, 04 DECEMBER 2025 22:12:03

Hewlêr-KDP.info: Baregeha Barzanî li ser destdirêjî, têkdan û şkandina gor û kêliyên goristana Xiristiyanan li Koyeyê ragihandinek parve kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact