Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 8 DEC 2025 00:15 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî : Dihoka rengîn hêza PDKê ye
| KDP.info


Dihok-KDP.info: îro 23'ê Cotmehê , Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, ahenga bangeşeya hilbijartinê ya Lîsteya 275'an a PDKê li Dihokê birêve çû.

.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ez kêfxweş im ku îro careke din em li Badînanê gihiştin hev. Badînan bi giştî her dem li pişt PDKê sekinî ye û her tim neyarên PDKê bêhêvî hiştine."

Herwiha got: "DIhoka rengîn hêza PDKê ye. Badînan û Dihok xweşdiviyên me hemûyan in û herwiha xweşdiviyên Serok Barzanî ne."

Cîgirê Serokê PDK'ê bal kişand ser avadaniya li deverê û got: "Li gundên vê deverê avadaniyeke baş dest pê kiriye. Dengê fîşekan nemaye, nexweşî nemaye. Em hêvîdar in ku xweşî her hebe li vê deverê û li vî welatî."

Derbarê girîngiya hilbijartinan de, Barzanî tekez kir: "Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ji bo PDKê, ji bo Kurdistanê û ji bo paşeroja gelê me girîng in. Min xwast ji we re bêjim PDK ber bi yek milyon dengî ve', lê beriya ku ez daxwaz bikim, we durişmên xwe bilind kiribûn."

Cîgirê Serokê PDK'ê da zanîn ku "nûnerên PDKê, nûnerên hemû xelkê ne û hûn dizanin karê rojane yê PDKê çawa ye."

Nêçîrvan Barzanî amae jî da: “PDKê bi hebûn, dilsozî û xebata we dest bi karwanekê xebatê kir û piştrast e jî ku, ew dê bi piştgiriya Xudê û paşî bi piştgiriya we berdewam be. We îspat kir ku madem hûn xwediyên PDKê ne, PDK dê bi ser bikeve.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa ragihand: “Soza me ew e ku em di 11ê mehê de bi hev re biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin lîsteya 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), da ku xizmeta we bike. Çima divê PDK li Bexdayê bihêz be? Dema ku rejîma Beisê di sala 2003ê de hilweşiya, PDKê di vî warî de roleka bi bandor lîst. Di sala 2005ê de, dema ku destûra Iraqê ya daîmî hat nivîsandin, hin mafên me di destûra Iraqê de hatin binecihkirin. Ev jî destkeftiyekê mezin bû, ku bi israra Serok Barzanî hin ji mafên gelê Kurdistanê bi hemî pêkhate ve di destûrê Iraqê de hatin binecihkirin.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa got: "PDK ew hêz e ya ku dê van destkeftiyan biparêze. PDK çawa dikare li Bexdayê bihêz be? Ger em bixwazin Kurdistaneka bihêz hebe, soza me û we ew e ku em di 11ê Mijdarê de pir bi hêz biçin ser sindoqan."

Navbirî amaje jî da: “PDK di sala 1946ê de wekî heyvekê ji bo Kurdistan û Kurdîtiyê hat damezrandin, wê demê Kurd û Kurdistan di rewşeka pir xirab de bûn, lê dema ku PDK hat damezrandin hêvî ji bo Kurdistanê vegerand. Ji encama xebata PDKê, li sala 1968ê navê Kurdan keft di nav destûra Iraqê de.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa got: " PDK li Kurdistanê kevirê bingehî yê demokrasiyê danaye. Di sala 2014ê de, di dema şerê li dijî DAIŞê de, welatiyên Kurdistanê deriyên mal, dibistan û mizgeftên xwe ji bo lêqewimiyan vekirin û ev ji bo wê deverê serbilindî ye."

Cîgirê Serokê PDKê herwesa got: “Rênimayên Serok Barzanî herdem ji me re ew in ku, em ax û welatê xwe biparêzin û ax û welatê xwe berdewam avedan bikin. PDK di rojên tarî de ronahî da xelkî. Em bizavê dikin ku, kêmasiyan çareser bikin û têkiliyên xwe bi Bexdayê re baştir bikin. Nabe ku mûçe wekî minetekê li ser welatiyên Herêma Kurdistanê bimîne. Divê wekî fermanberên Iraqê, mûçexurên Herêma Kurdistanê jî mifadar bin.”




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê hemû piştgiriyeke Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê li Tirkiyê dupat dike

SATURDAY, 06 DECEMBER 2025 16:12:43

Hewlêr-KDP.info: Îro Şemiyê 06.12.2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de ji bo Konferansa Navdewletî ya Aştî û Civaka Demokratîk ku DEM Partiyê rêk xistiye û li Stenbolê birêve çû, hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina aştiyê li Tirkiyê dupat kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îmaratê civiya

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 23:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Ebû Dhabî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê re civiya.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê li Ebû Dhabî civiyan

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 22:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: îro 5ê Berçileya 2025an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îmaratê de, li bajarê Ebû Dhabî li gel Serokê Mîrnişîna Yekbûyî ya Erebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan civiya.

 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 00:12:39

Hewlêr-KDP.info: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encam û karvedanên serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî têkdan gorên Xiristiyanan bi tundî şermezar kir

THURSDAY, 04 DECEMBER 2025 22:12:03

Hewlêr-KDP.info: Baregeha Barzanî li ser destdirêjî, têkdan û şkandina gor û kêliyên goristana Xiristiyanan li Koyeyê ragihandinek parve kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact