Amêdî -KDP.info: îro 22ê Cotmehê, Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, li bajarê Amêdiyê mîtîngeke mezin a bangeşeya hilbijartinê ji bo Lîsteya 275an a Partiyê hat lidarxistin. Di gotara xwe de, Mesrûr Barzanî tekezî li ser giringiya beşdarbûna di hilbijartinan de kir û : Em ji niha ve serkeftinê li we hemûyan pîroz dikin.
Cîgirê Serokê PDKê bang li xelkê kir ku bi xurtî beşdarî hilbijartinan bibin û wiha axivî: "Pir pêwîst e em biçin ser sindoqên dengdanê û rê li ber plana neyar û dagirkeran bigirin. Pêwîst e em dengê xwe bidin nûnerên xwe da ku biçin Bexdayê û berevaniyê li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin."
Derbarê pêwendiyên bi Bexdayê re, Barzanî rewşa piştî rûxandina rejîma Beisê bi bîr xist û got: "Rast e piştî rûxandina rejîma Beiê ya berê, me rûpeleke nû vekir û hêviyeke me ya mezin hebû ku demokrasî û federalî dê mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê misoger bikin, lê mixabin mafên me yên destûrî hatin binpêkirin."
Mesrûr Barzanî herwiha tekez kir ku pirsgirêk ji mijara mûçeyan kûrtir e û ragihand: "Pirsgirêka me bi Bexdayê re ne tenê mûçe ye, lê gelek caran neyarên me xwestine me bi mijara mûçeyê ve mijûl bikin. Ew mafekî destpêkî yê xelkê Herêma Kurdistanê ye ku wek her kesekî din mûçeyê xwe werbigire, ne minet e û kes xêrê bi me nake. Mafên me ji vê pirsê gelek mezintir in."