Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 8 DEC 2025 00:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bi amadebûna Mesrûr Barzanî ahenga BangeşeyaPDKê li Dihokê dest pê kir
| KDP.info


Dihokê-KDP.info: îro (Duşem, 13ê Cotmeha 2025ê)  bi amadebûna Mesrûr Barzanî, li Dihokê, Bangeşeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dest pê kir.

Mesrûr Barzanî , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di nav ahenga piştgirîkirin û biserxistina lîsta hejmar 275 ya PDKê de got: “Ez gelek dilxweş im ku piştî saleke ji hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ez dîsa bi we şa dibim, Ez hêvîdar im ku wekî her car lîsta 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serkeftineka mezin tomar bike".

Herwesa ragihand: “Bi piştevaniya Xudê bi piştevaniya Pêşmerge û kadroyên rastgo yên PDKê û rêbaza Barzanî, em piştrast in ku em dê vê carê jî bi serbikevin, lê divê em mezintirîn serkeftin li ser asta Iraqê tomar bikin.”

Amaje jî da: “Ew kandîdên ku hatine hilbijartin xûşk û biraêyn we ne. Ez li wê bawerê me ku ew dê bi baştirîn awa berevaniyê ji Mafên xelkê Kurdistanê bikin. Ez hêvîdar im serkeftî bin.”

Herwesa got: “Aliyên din bizavê dikin ku li şûna PDKê biçin Bexdayê û postên girîng ên hikûmetê an Encûmena nûneran werbigirin. Me jî gelek dît ku heke PDKê li cihekî nebe û hin aliyên din biçin wî cihî û nûnerîtoiya xelkî bikin, hingê Mafên xelkê Kurdistanê hatine binpêkirina.”

Di beşeke din a axaftina xwe de, Mesrûr Barzanî bal kişand ser kûrahiya pirsgirêkên bi Bexdayê re û got: "Gelek xalên destûrî hene ku nehatine cîbicîkirin. Pirsgirêka me ne pirsgirêka mûçeyê ye, pirsgirêka me nasnameya neteweyî ye, statuya Kurdistanê ye, mafên gelê Kurdistanê ye û pirsgirêka pêkvejiyanê ye. Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku Kurdistan mînaka pêkvejiyana hemû ol û neteweyan e."




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê hemû piştgiriyeke Herêma Kurdistanê ji bo aştiyê li Tirkiyê dupat dike

SATURDAY, 06 DECEMBER 2025 16:12:43

Hewlêr-KDP.info: Îro Şemiyê 06.12.2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de ji bo Konferansa Navdewletî ya Aştî û Civaka Demokratîk ku DEM Partiyê rêk xistiye û li Stenbolê birêve çû, hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina aştiyê li Tirkiyê dupat kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îmaratê civiya

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 23:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li bajarê Ebû Dhabî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê re civiya.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê li Ebû Dhabî civiyan

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 22:12:00

Ebû Dhabî -KDP.info: îro 5ê Berçileya 2025an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Îmaratê de, li bajarê Ebû Dhabî li gel Serokê Mîrnişîna Yekbûyî ya Erebî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehyan civiya.

 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da

FRIDAY, 05 DECEMBER 2025 00:12:39

Hewlêr-KDP.info: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encam û karvedanên serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Baregeha Barzanî têkdan gorên Xiristiyanan bi tundî şermezar kir

THURSDAY, 04 DECEMBER 2025 22:12:03

Hewlêr-KDP.info: Baregeha Barzanî li ser destdirêjî, têkdan û şkandina gor û kêliyên goristana Xiristiyanan li Koyeyê ragihandinek parve kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact