Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 18 OCT 2026 11:27 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Sirri Sureyya Onder
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî ji bo Sirri Sureyya Onder got, "Hewlên wî yên ji bo çareseriya aştiyê ya Tirkiyeyê cihê rêz û rûmeteke zêde ".
Naveroka Peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetî û siyasetmedarê Tirkiye û Hevserokê berê yê DEM Partî û Birîkarê Serokê Parlemena Tirkiye (Sirri Sureyya Onder) gihîşt me.
Xwedê jêrazî Sirri Sureyya Onder ku Endamê Şanda Îmralî jî bû, beşeke zêdeyê jiyana xwe ji bo xebata siyasî û aştiyane terxan kir û hewlên wî yên ber bi çareseriya aştiyê li Tirkiye cihê rêz û rûmeteke zêdeye.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û heval û rêhevalên xwedê jêrazî Sirri Sureyya Onder û serkirdayetî û endam û alîgirên DEM Partî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
03 ê Gulana 2025




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact