Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 29 SEP 2026 19:48 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzani pêşwazî li Balyoza Almanyayê li Iraqê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Nîsanê , Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza Almanyayê li Iraqê Christiane Homann kir.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat, “Di hevdîtinê de li ser hewldanên ji bo avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin û her du alî li hev kirin ku divê kabîneyek bihêz û yekgirtî berî hilbijartinên parlemanî di zûtirîn dem de were avakirin.”

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya nehîştina hemû pirsgirêk, astengî û hincetên li pêş destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kirin.

Balyoza Almanyayê piştgiriya welatê xwe ji bo hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê û xwesteka xwe ya ji bo pêşxistina têkiliyên dualî dubare kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, li ser rewşa giştî ya Iraqê û guhertin û pêşketinên dawî yên li navçeyê, bîr û nerîn bi hev hatin guhertin




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 19:09:42

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê 29ê Îlona 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li kesayetiyê navdar ê Brîtanî û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) Lord Michael Ashcroft kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 09:09:16

Hewlêr-KDP.info: îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li siyasetvan, xwedîkar û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê (IDU) kir; Lord Ashcroft armanca serdana xwe eşkere kir û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê li hev guhertin.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Awistiryayê pêşxistina pêwendiyên xwe gotûbêj dikin

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 20:09:14

Hewlêr-KDP.info: îro 27ê Îlona 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Awistiryayê yê li Iraqê Axel Wech kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 19:09:15

 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê Peter Nielsen kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Avusturya yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 16:09:32

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşemê, 27ê Îlona 2026an, li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyozê nû yê Avusturya yê li Iraqê birêz Axel Wesch kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact