Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 9 MAY 2026 20:47 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

‏Mesrûr Barzanî: Jenosîda Enfalê tawankariyeke mezin bû li dijî ax û xelkê Kurdistanê hat kirin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 14.04.2025) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî، di salvegera Enfalê de peyamek ragehand, “Di salvegera 37ê ya pêlên Enfala bednav de, em şehîd û qurbaniyên jenosîda Enfalê bi rêzdarî bibîr tînin, ku rijêma berê ya Îraqê bi dehan hezar kesên bêtawan ê Kurdistanê veguhastin biyabanên başûr û naverastên Îraqê û di gorên bikom de bi saxî binax û winda kirin.”


Naverika Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Di salvegera 37ê ya pêlên Enfala bednav de, em şehîd û qurbaniyên jenosîda Enfalê bi rêzdarî bibîr tînin, ku rijêma berê ya Îraqê bi dehan hezar kesên bêtawan ê Kurdistanê veguhastin biyabanên başûr û naverastên Îraqê û di gorên bikom de bi saxî binax û winda kirin.
Jenosîda Enfalê tawankariyeke mezin bû li dijî ax û xelkê Kurdistanê hat kirin û heta niha jî verêj û encamên wê komkujiyê her mane û divê Hikûmeta Federalî bi hestkirina bi erk û berpirsyarîtiyên xwe yên qanûnî û destûrî û exlaqî kesûkar û hemî zirardîtiyên jenosîda Enfalê û hemî stemlêkiriyên din ên destê rijêma Beisê ji aliyên madî û mînevî ve qerebû bike.
Di salvegera vê pêla tawankarî ya şovînî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi zêdetir xizmetkirina kesûkar û binemalên serbilind ên Enfalkirî û şehîdên Kurdistanê tekez dike.
Silav li canê pakij ê şehîdên Kurdistanê, bîranîna şehîd û Enfalkiriyan her bilind û şkodar be.



Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê




Nûçeyên din

Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Recep Tayyip Erdogan

SATURDAY, 09 MAY 2026 18:05:12

Stenbol-KDP.info : îro Şemiyê (9ê Gulana 2026an) Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo Tirkiyeyê de, li Koşka Dolmabahçeyê ya Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Mesrûr Barzanî ligel Serokkomarê Tirkiyeyê dicive

SATURDAY, 09 MAY 2026 11:05:39

Hewlêr-KDP.info : îro 9ê Gulana 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi serdaneke fermî digihîje Tirkiyeyê.

 
Mesrûr Barzanî û Jan Jambon tekezî li ser parastina aştî û aramiya navçeyê kirin

THURSDAY, 07 MAY 2026 16:05:44

Hewlêr-KDP.info: îro 7ê Gulanê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî de ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Belcîkayê Jan Jambon,, pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Belcîkayê û guhertinên dawî yên rewşa giştî ya li Iraq û herêmê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Besrayê harîkariya parêzgehan gotûbêj dikin

TUESDAY, 05 MAY 2026 18:05:24

Bexda-KDP.info : Her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, êvara îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Esed El-Îdanî, Parêzgarê Besrayê re, rewşa parêzgehê û peywendiyên wê yên bi parêzgehên Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya rola Serokê Desthilata Dadwerî dike

TUESDAY, 05 MAY 2026 16:05:58

Bexda-KDP.info : Her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, piştînîvroya îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re, bi birêz dadwer Fayîq Zêdan, Serokê Civata Bilind a Dadwerî ya Iraqê re civiyan.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact