Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 8 OCT 2026 01:06 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Naveroka civîna şanda DEM Partiyê û Erdogan
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan derbarê civîna xwe bi Serokomarê Tirkiyeyê re ragihand: Civîn di rewşeke gelek erênî, avakar û hêvîdar ji bo pêşerojê de birêve çû.

Îro Pêncşem 10ê Nîsana 2025an, şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan "DEM Partî", li Qesra Serokomariya Tirkiyeyê, bi Receb Teyîb Erdogan, Serokomarê welat re civiya.

Piştî civînê, DEM Partiyê di daxuyaniyekê de eşkere kir, civîn di rewşeke erênî, avakar, berhemdar û hêvîdar ji bo pêşerojê de birêve çû.

Di daxuyaniyê de hatiye, şanda me di qonaxa pêşerojê de bi îradeyek xurttir de di karên xwe de ji bo cîbicîkirina bangawaza Ocalan ji bo proseya aştiya Tirkiyeyê berdewam dibe.

Dibêje jî: Bi şanazî hemû niştecihên welatê xwe agahdar dikin, ku em îro ji duh geşbîntir in ji bo proseya aştiya Tirkiyeyê.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact