Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 5 OCT 2026 14:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî :Gelê Kurdistanê dest ji mafên xwe bernade
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 11ê Adarê , Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek di salvegera rêkeftina 11ê Adara 1970î de belav kir û tê de ragihand, “Em îro destkeftek girîng û dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bi serkêşiya rêberê me yê neteweyî Barzaniyê nemir bibîr tînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “em careke din diyar dikin ku gelê Kurdistanê her tim xwastiye bi diyalog û rêyên aştiyane bigihe mafên xwe yên rewa.”

Tekez kir jî: “Di salvegera peymana 11’ê Adara 1970’an de, em careke din diyar dikin ku gelê Kurdistanê her tim xwastiye bi diyalog û rêyên aştiyane bigihe mafên xwe yên rewa. Lê ew ê bi her awayî mafên xwe yên destûrî biparêze û dest ji wan bernade.”

 Mesrûr Barzanî got jî: “Bi vê boneyê em tekezî li ser çareseriya bingehîn û dawî ya kêşeyên xwe yên ligel hikûmeta federal li ser bingehê rêzgirtina destûr, rêkeftin û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê dikin.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 
Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact