Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 9 OCT 2026 04:28 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Polîtburoya PDKê: Hilweşandina biryarên Partiya Beis pêngaveke giring û pêdivî bû
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê bi daxuyaniyekî ji ber dengdan û pejirandina ‘’Yasaya hilweşandina biryarên rejîma berê ya Beis’’ destxweşî li fraksiyoan PDKê li Bexdayê û fraksiyonên Kurdistanî yên din kir.

Îro Çarşema 22.01.2025ê polîtburoya PDKê daxuyaniyek belav kir û balkêşa ser wê yekê ku; Dengdan û pejirandina ‘’Yasaya hilweşandina biryarên Beis’’ ji aliyê Parlamentoya Iraq a Federal ve û vegerandina erd û zeviyên hatibûn zewtkirin ji bo xwediyên wan ên resen pêngavekî gelek giring û pêwîst bû.

Di beşekî din a daxuyaniyê de hatiye: “Ji bo vê boneyê destxweşiyê li nûnerên partiya me yên li Parlamentoya Iraqê û herwaha fraksiyonên Kurdistanî dikin, ku rolekî Kurdistaniyane û niştimanî dîtin. Herwaha destxweşî û pêzanînên xwe ji hêz û wan aliyan dikin ku rola wan hebû di derbaskirina wê projeyasayê û bi armanca wegerandina maf ji bo xwedî mafan û çareserkirina xedrekî bi dehan salan a li hember kurd û tirkmenên bajarê Kerkûkê hatibû kirin.”

Polîtburoya PDKê hêvî xwest ku ew pêngav palderekî zêdetirbin ji kûrkirina ruhê hevqebûlkirin û pêkvejiyana aştiyane û bihêzkirina bingehên Iraqa nû û bendewariya me heye ku hikûmeta federal û saziyên peywendîdar rêkarên cîhbicîhkirina vê yasayê sarnebin û rola xwe bibînin.


 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact