Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 19 OCT 2026 01:28 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Hikûmeta Kurdistanê bo Bexdayê: Mafên darayî yên Kurdistanê weke pêkhateyeke destûrî û federalî bidin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Şemiya 11.01.2025, bi serperaştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna cîgirê Serok Wezîr Qubad Talebanî, civîneke awarte taybet ji bo mafên darayî yên Herêmê li Bexdayê, bi beşdariya nûnerên Herêma Kurdistanê li hikûmeta Federal û encûmena nûnerên Iraqê hat encam dan.

Di destpêka cîvînê de Serokwezîr amaje bi wê da, ku mijara serekî ya civînê, dabînkirin û rijdbûna di berjewendiyên xelkê Kurdistanê, ku berpirsiyartiyeke dîrokî û netewî ya me hemayane, ji ber wê jî em banga xwe digehînin hemû fraksiyanên Kurdistanî kir û em hêvîdarbûn ku hemû aliyên Kurdistanî beşdarî tê de bikiribana taku bi hevre bi aşkera û rûbirû, gotûbêj li ser mijaran bikin ji ber ronîkirina rastiyan.

Herwiha got: “Dadgeha Federalî tenê di berjewendiya hikûmeta federal de biryar dane û ti carî biryarek di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de nedaye.”

Mesrûr Barzanî: “Em daxwaza wekhevî û mafên xwe yên destûrî dikin. Divê em hemû hewlên xwe ji bo rastkirina van pirsgirêkan bidin.”

Herwaha got: “Divê em di sala 2025’an de tiştekî bikin da ku gelê me ji vê nîgeran derbikeve. Gelê me heq nake ku bi vî rengî serederî pê re were kirin. Gelê Kurd jî weke hemû gelên din ên Iraqê bi têkoşîn û qurbanîdana xwe hêjayî rêzgirtinê ye.”

Mesrûr Barzanî got: “Em daxwaza wekhevî û mafên xwe yên destûrî dikin, hem li ser asta îdarî û hem jî di asta kargêrî de. Bila em hemû hewlên xwe bidin ji bo sererastkirina van pirsgirêkan û danîna peywendiyeke saxlem di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”

Weke ku Serokwezîr got: “Pêwendiya niha ya Bexdayê li gel Herêma Kurdistanê, ne peywendiya qewareyeke federalî ye. Bi Herêma Kurdistanê re weke parêzgehek, heta biçûktir jî, danûstandinê dike.”

Mesrûr Barzanî got: “Em nikarin hemû pirsgirêkên xwe tenê bi mijara mûçeyan kurt bikin. Lê mixabin Bexdayê bi siyaseteke serkeftî kariye pirsgirêkên me biçûk bike. Me mijûl ku mûçeyên gelê Kurdistanê mehane tê dayîn, yan na? Kurdistan 100 sal in qurbaniyan dide ji bo mûçeyê bû, lê ji bo ax, welat, wekhevî û azadiyê?”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji wezîr, parlementer û berpirsên Kurdistanê yên li Bexdayê re got: “Erkê we yê yekem li gor raya me û hemû gelê Kurdistanê, parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê û parastina maf û şayesteyên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê ye.”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact