Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 2 OCT 2026 12:32 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û Erdogan hevnerîn bûn li ser parastina mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyê
| KDP.info


Enqere-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyê tekezê li ser pêşxistina peywendiyên dualî û nehêlana astengên di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 07.01.2025 di çarçoveya serdana xwe ya fermî ji bo Tirkiyê de, li Koça Komarî li Enqereyê, bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Di wê civînê de danûstandin li ser bihêzkirina peywedniyên dualî û dawî pêşxistin û pêşhatên Îraqê û guhertinên deverê û Sûriyê hatin kirin.

Di pareke din a wê civînê de, tekezî li ser giringiya çarekirina arêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrî û nehêlana astengên di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de hat kirin”.

Di derarê rewşa Sûriyê de jî, herdu alî li ser pêdivîtiya parastina aramî û ewlehî û mafên tevahiya pêkhateyên wî welatî hevnerîn bûn.

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 
Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavayiyê, pêşwaziyê li birêz Liu Jun kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact