Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 16 AUG 2026 00:16 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îmaratê rewşa Sûriyê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Îmaratê kir û di wê hevdîtinê de rewşa Sûriyê hat gotûbêjkirin.
Îro Çarşema 04.12.2024 ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ebdulah Matar Xemîs El-Mezrûyî Balyozê nû yê Îmaratê li Iraqê kir û pîrozbahiya destbikarbûna wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Her wiha piştevaniya xwe û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî de nîşan da.
Balyozê Îmarata Erebî silavên Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Serokê Îmaratê gihandin Serok Nêçîrvan Barzanî û pesnê peywendiyên bihêz yên di navbera welatê xwe û Iraq û Herêma Kurdistanê da û tekez li ser pêdagirbûna Îmaratê bi zêdetir bihêzkirin û berfirehkirinan peywendiyan bi taybetî bi Herêma Kurdistanê re kir.
Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê silavên xwe ji Serokê Îmaratê re şand û xweşhaliya xwe bi berdewamiya piştevaniya Îmaratê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da. Herdu aliyan li ser berfirehkirina hevkariyên hevbeş yên di warên curbicur da danustandina bîr û ramanan kirin.
Pêşhatên dawî yên herêmî, bi taybet rewşa Sûriyê û mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.




Nûçeyên din

Serok Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî yê Iraqê civiyan

SATURDAY, 15 AUGUST 2026 20:08:11

Hewlêr-KDP.info: îro 15ê Tebaxê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî yê Iraqê Qasim Ebûdî û şandeya pê re kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li yasaya "Bihêzkirina Tebayiya Neteweyî û Tevlîbûna Civakî" li Tirkiyeyê dike

THURSDAY, 13 AUGUST 2026 12:08:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pêşwaziyê li yasaya "Bihêzkirina Tebayiya Neteweyî û Tevlîbûna Civakî" li Tirkiyeyê dike.

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsula Giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê kir

SUNDAY, 09 AUGUST 2026 22:08:00

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê 09ê Tebaxa 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Xatûna Holly Fair, Konsula nû ya Brîtanyayê li Hewlêrê kir.

Serok Barzanî pêşwaziyê li Parlamenterekî Almanyayê kir

SUNDAY, 09 AUGUST 2026 21:08:00

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê 9ê Tebaxa 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Serdar Yuksel endamê Parlementoya Almanyayê kir.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Pêşwaziya Parlamenterekî Almanî kir

SUNDAY, 09 AUGUST 2026 15:08:45

Hewlêr-KDP.info: îro Yekşem 09/08/2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Serdar Yuksel, Endamê Parlamentoya Almanyayê kir.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact