Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 7 OCT 2026 03:30 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî û balyozê Rûsyayê pêşhatên li navçeyê gotbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Berçile pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Ilbrus Kutraşev kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Rûsyayê Maxim Rubin jî amade bû, Balyozê Rûsyayê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Serok Barzanî kir û amaje bi wê kir, encamdana serkeftiyane ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di keşeke aram de û bi beşdariya hijmareke berçav a xelkê, destkeftek mezin e bo Herêma Kurdistanê.

Di beşeke din ya hevdîtinê de, behsa pêngavên proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû hat kirin.

Peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, pêşhatên navçeyê û metirsiyên terorê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact