Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 1 SEP 2026 19:15 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Wezîra Navxwe ya Brîtanya: Kurdistan hevpareke girîng û stratejîk ê me ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Mijdarê pêşwazî li Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Cooper kir.

Di civînê de pêşxistina pêwendiyên dualî û hewlên rûbirûbûna koçberiya qaçax hatin gotûbêjkirin.

Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê li Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîroz kir û ew bi hilbijartineke serkeftî binav kir.

Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê her wiha amaje bi pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê kir, weke hevpareke girîng û stratejîk ê welatê xwe di şerê li dijî terorê û kêşeyên ewlehiyê de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevanî û hevkariya Brîtanyayê ji Herêma Kurdistanê re kir û tekezî li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bihêzkirina peywendiyên dualî di hemû waran de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş, kir.

Herwiha herdu alî li ser giringiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya hevbeş, ji bo rûbirûbûna koçberiya neqanûnî, tawanên rêkxistinkirî û bazirganiya madeyên hişbir hevnêrîn bûn.

Di mijareke din a civînê de, guftûgo derbarê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û sîstema bankî bi taybetî projeya (Hejmara Min) de, hatin kirin.




Nûçeyên din

Serokwezîr Masrûr Barzanî gihîşt Îmaratê

TUESDAY, 01 SEPTEMBER 2026 16:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro sêşemê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî, bi serdaneke fermî gihîşt Ebû Zebî ya paytexta Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî.

 
Mesrûr Barzanî sersaxiyê li Louîs Sako dike

MONDAY, 31 AUGUST 2026 16:08:14

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de bo koça dawî ya birayê wî (Lazar Sako), hevxemiya xwe ji bo Mar Louis Sako, Kardînalê Dêra Katolîk û Patriyarkê Kildanî nîşan da.

 
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo Kardînal Luîs Sako

MONDAY, 31 AUGUST 2026 09:08:54

Hewlêr-KDP.info : Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya (Lazar Sako) birayê Kardînal Luîs Sako, peyameke sersaxiyê arasteyî cenabê wî û malbata wî kir. Serok Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe nîşan da û ji Xwedayê mezin daxwaz kir ku sebir û aramiyê bide malbata wan.

 
Serok Barzanî sersaxiyê li Leyla Zana dike

SUNDAY, 30 AUGUST 2026 00:08:41

Hewlêr-KDP.info:  îro 29ê Tebaxa 2026an, Serok Mesûd Barzanî , ji ber koça dawî ya Mehdî Zana, têkoşerê kurd û serokê berê yê şaredariya Diyarbekirê, peyameke sersaxiyê belav kir. 

 
Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Mehdî Zana û Leyla Zana dike

SUNDAY, 30 AUGUST 2026 00:08:50

Hewlêr-KDP.info: îro 29ê Tebaxa 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser hesaba xwe ya fermî di torên civakî (X) de nivîsî: "Ez sersaxiyê li malbata siyasetmedarê diyar ê kurd Mehdî Zana dikim; rêz û hurmeta min ji malbata wan a birêz re heye, bi taybetî ji xwişka hêja Leyla Zana re." 

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact