Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 2 AUG 2026 04:37 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Yek herêm, yek parleman, yek hikûmet, yek hêza Pêşmerge
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê beşdarî di Kongreya Pizîşkan a Mezopotamya de kir û got: “Yek herêm, yek parleman, yek hikûmet, yek hêza Pêşmerge.”

Îro Pênçşema 31.10.2024 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî beşdariya dehemîn Kongreya Pizîşkiya Mezopotamyayê kir. Ev kongreya ku pizîşkên Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê û derveyê welat têda beşdarbûn armanca wê zêdetir ber bi pêşve birina asta zanista pizîşkî û kerta tendirustiye li Herêma Kurdistanê.

Di vê kongreyê da Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir ku ev jî naveroka gotara Serok Barzanî ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdaran hûn hemû bi xêrhatin ser seran û serçavan.

Gelek xweşhalim ku îro di vê kongreyê de beşdarim û li xizmeta we dame, destxweşiyê li we dikim û daxwaza serkeftinê ji bo we dixwazim.
Girîngiya vê kongreyê gelek gelek zêdeye û hebûna van hemû diktor û zanayan sermayeyeke mezin ji bo neteweya Kurd û derxerê eweye ku eger take kesê Kurd derfeta xwe hebê, hîç ji take kesên din kêmtir nîne.

Em dema ku dibîhîsîn kureke Kurd li filan welatê derve doktoraya wî gihîştiye asteke û nav û dengê xwe derxistiye, em ji vir ve şanaziyê pêve dikîn û hest bi serbilindiyeke mezin dikîn.
Xweşbextane gelek ji wan gedeyên niha li vir rûniştine, nav û dengeke xwe ya gelek baş heye û karîne bi destên xwe yên zêrîn xizmeteke zêde hem mirovayetiyê bikin û hem jî navê Kurdan jî bilind bikin.

Bêguman kertê tendirustiyê gelek gelek girîng e ji bo hemû civakek, ji bo hemû netewe û welatek, li salên derbasbûyî girîngiyeke zêde bi kerta tendirustiyê hatiye dayîn, lê belê piştî niha jî em hêvîdarîn ku girîngiyeke zêdetir pê bê dayîn û hêvî dikim Hewlêr û hemû bajarên dinê Kurdistanê wiha lê bê xelk pêwîstî ewe nebin biçin derve çareseriyê werbigrin, belkû hemû pêwîstiyek li vir bê ferahem kirin bo ku xelkê me ne tûşî wê xerciya zêde bibe, ne tûşî wê zehmetiyê bibê, belkû li vir çareseriya nexweşiyan bikin û ez di wê baweriyê de me ku doktorên me ew şiyanên xwe heye û dikarin, pêwîst e ew amrazên nû yên li rûyê pizîşkiyê ve derketine, ew hemû bêne dabîn kirin û xelkê me êdî neçar nebin ji bo çareseriyê biçin derve.

Rêzdaran we hemûyan bihîstiye ku berî çend rojek hilbijartineke dîrokî li Kurdistanê li roja 20ê mehê hate encamdan, ewê em şanaziyê pêve dikîn ku ew hilbijartine li keş û hewayeke gelek aram û azad da hate encamdan û hîç girifteke wiha rû neda ku gelek kes wiha pêşbînî dikirin kêşeyên gelek mezin bê pêş û bibê sedema wê yekê ku ji binî ve hilbijartin neyê kirin. Peyvên berî hilbijartin û ewê piştî hilbijartinê yê gelek aliyan wekî hev nebû, lê belê bi herhal niha hilbijartin hatiye kirin û encamên wê jî hatin ragihandin, êdî dema eweye ku guftûgo bê kirin li navbera hemû aliyan û pêver jî destkeftên hilbijartinî bê û li hemûyê girîngtir eweye ku Hikûmeta nû û rewşa Herêmê ya ji bo paşerojê divê li ser van bingehan bê:
Yek Herêm
Yek Parleman
Yek Hikûmet
Yek Hêza Pêşmerge
Her wiha bi ciddî rêgirî li wan karên neyasayiyan bê kirin ku dihatin kirin, wekî dirustkirina kargehên maddeyên hişbir yan bazirganîkirina bi maddeyên hişbir yan teror, yan ladana li yasayan, divê tixûbek ji bo van tiştan bê danîn, divê yasa serwer bê.

Hikûmeta nû, her çende li kabîneya nehem û pêştir jî hemû hewlek dane ku xizmetguzariyeke baş pêşkêş bi welatê xwe bikin, lê belê sal bi sal hem ezmûna wan zêdetir dibê, hem jî îmkaniyat jî zêdetir dibe. Ez bawerim dema ewe hatiye êdî hizr û bîra plana stratejî bê kirin, li ser rûyê hemûyan jî divê kerta tendirustiyê bigihe asteke gelek bilind. Her wiha perwerde, çandin, geştuguzar. Em ber bi ewe ve biçîn baweriya xwe li ser xwe bi xwe bikîn. Belê neft girînge, lê belê neft îro yan sibê temam dibê, lê belê çandin temam nabê, eve li rûyê aboriyê ve.

Ez wiha dibînim li paşeroja wê nizanim çend dûr û nêzîk, lê belê kêşeya av dibê kêşeya serekî û li Qurana Pîroz da jî hatiye (Wecealne minel mai kulleِn şîheyyî), jiyan dijwar dibê lê belê dikarî bê kareba bijî, dikarî bê otombêl bijî, lê belê bê av nikarî bijî.

Ez destxweşiyê li Hikûmeta Herêmê dikim ku li van demên dawî de girîngiyeke zêde bi bendavan daye, lê belê piştî niha jî divê eve yek ji ewlewiyata îş û karê Hikûmeta Herêmê be, ji ber ku meseleya av meseleyeke bi tu awayekê kêmterxemiyê tehemul nake û qebûl jî nake. Bi hêviya xwedê tûşî wê qeyranê nabîn, lê belê hemû pêşbîniyek wiha ye ku li paşerojê de meseleya av dibê kêşeyeke gelek mezin.

Her wiha armanc eweye ku çareseriya hemû giriftên li gel Bexda li gor destûr û li gor wan rêkkeftinên ku heye. Ewê ku cihê dilxweşiye ji bo me. Di van dawiyan de me bihîst ku destpêşxeriyek heye ji bo proseya aştiyê li Tirkiye, hêvîdarîn ku serbigrê û kes astengiyê ji bo wê dirust neke.
Hemû kes dikarê biaxive, lê belê şert kirdare, gotineke Erebî heye gelek xweşik e dibêje: (Reheme allah imraa erefe qadre nefsihi).

Careke din ez bi xêrhatina we hemûyan dikim, hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim, erkê we erkeke pîroze û we ciheke taybet heye li dilê mîllet da, ji ber ku hûn xizmeta mirovayetiyê dikin, destên we pîroz in û destên we xweş bin.
Gelek spas




Nûçeyên din

Konsulê Almanyayê: Enfala Barzaniyan di dîroka gelê Kurdistanê de bîranîneke tal e

SATURDAY, 01 AUGUST 2026 19:08:26

Hewlêr-KDP.info: îro 1ê Tebaxa 2026an , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê Albrecht von Wittke kir.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de

FRIDAY, 31 JULY 2026 14:07:00

Hewlêr-KDP.info: Di salvegera Enfala Barzaniyan de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de tekez dike ku, divê hikûmeta federal erkê xwe yê destûrî û berpirsyariya xwe ya exlaqî bi cih bîne û bi rengekê hejî kesûkarên qurbaniyên pêlên jenosîd û Enfalê û hemî kesûkarên qurbaniyên di bin destê rejîma berê ya Iraqê de qerebû bike.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di bîranîna Enfala Barzaniyan de

FRIDAY, 31 JULY 2026 14:07:00

Hewlêr-KDP.info: Di salvegera Enfala Barzaniyan de, Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de tekez kir ku divê taliyên borî û êşa karesatan ji bo paşerojê bibin pend û ders û bibin hêvênê çespandina çanda hevpejirandin û tebayiyê, heta rêzgirtina dualî, hevfamkirin û aştiyeke berdewam.

 

Peyama Serok Barzanî di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de

FRIDAY, 31 JULY 2026 13:07:00

Hewlêr-KDP.info : îro (Înî, 31ê Tîrmeha 2026ê), Serok Barzanî di salvegera Enfala Barzaniyan de peyamek belav kir û tê de ragehand: "Tawana Enfala Barzaniyan di 31ê Tîrmeha 1983ê de, parek jidestpêkazincîra tawanên rêxistî bû; ji windakirina 12 hezar ciwanên Kurd ên Feylî heta pêlên Enfala Germiyan û Behdînanê, kîmyabarankirina Helebce û deverên din ên Kurdistanê, erebkirin, veguhastin û bi dehan tawanên din ên nemirovî ku bi armanca tinekirina nasnameyê û şikandina îradeya azadîxwaziya gelê me ji aliyê rêjîmaberê ya Iraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatibûn kirin."

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Partiya Teqedumê kir

THURSDAY, 30 JULY 2026 19:07:19

Hewlêr-KDP.info : Roja pêncşemê 30'yê Tîrmeha 2026'an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mihemed Helbûsî Serokê Partiya Teqedumê û Serokê berê yê Encûmena Nûneran a Iraqê û şandeya pê re kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact