Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 8 OCT 2026 15:40 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Serkeftiyê mezin di vê hilbijartinê de gelê Kurdistanê bû
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê mijareke giring bû, ji ber ku rewatî da çavkaniya deshilatê li Herêmê. Got jî, serkeftiyê mezin yê vê hilbijartinê, gelê Herêma Kurdistanê bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 30î Cotmehê di çarçoveya panelekê di dîdara Merî de got: “Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê mijareke girîng bû, ji ber ku jêdera desthilatê li Herêmê rewa kir.”

Got jî: “Serkeftiyê mezin di vê hilbijartinê de gelê Herêma Kurdistanê bû. Proseya demokrasî li Kurdistanê bi başî û li ser rêya rast bipêş dikeve. Di vê pêvajoyê de gelê Kurdistanê îspat kir ku her tişt ji bo wî bê kirin heq dike.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Cihê xwe ye ku pîrozbahiyê li tevahiya gelê Kurdistanê bikim, ji ber beşdarbûna di vê hilbijartinê de û bi hemû pîvanan ev hilbijartin gelek serkeftî bû.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê jî kir, hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ber taqîkirineke mezin in, divê di asta baweriya welatiyan de bin.

Da zanîn jî: “Niha em di qonaxa piştî hilbijartinan de ne û divê em bi hev re kar bikin. Opozîsyon jî dikare rola xwe di parlamentoyê de bilîze. Hebûna opozîsyonê di her sîstemeke siyasî de jî dikare alîkar be ji bo şopandina karên hikûmetê.”

Tekez kir jî: “Divê em ji atmosfera hilbijartinan derkevin û di zûtirîn dem de hikûmetê ava bikin. Dem hatiye ku aliyên siyasî bi dilekî fireh bi hev re rûnin.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Li Herêma Kurdistanê ti hêzek xwedî hejmara kursiyan nîne ku bi tenê hikûmetê pêk bîne. Ya girîng ew e ku hemû hêzên siyasî bi hev re hevpeymaniyê ava bikin û di demek herî zû de hikûmetê ava bikin.”

Herwiha got: “Gelê Kurdistanê li bendê ye ku di demek herî nêzîk de hikûmet bê avakirin û ev yek ji bo me û ji bo pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraqê giring e.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir: “Em ti carî nabin du rêveberî. Serdema van gotinan nemaye, Herêma Kurdistanê xwedî çarçoveyeke destûrî ye.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, niha dem hatiye ku em modeleke guncaw ji bo çareserkirina kêşeyên me ligel Bexdayê bibînin. Hilbijartinan derfeteke nû ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Bexdayê peyda kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Reftarên Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê ne reftareke federalî ye, belkû reftareke pir bi navendî serderî bi Herêma Kurdistanê re kiriye.”

 



Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact