Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 5 SEP 2026 13:17 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: PDK ji destpêkê ve ji bo parastina nasnameya neteweyî ya Kurdistanê bûye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di civînekê de li gel hejmarek karsaz, sermayedar û endamên Odeya Bazirganî ya Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand, “PDK ji destpêka damezrandina xwe ve ji bo parastina nasnameya neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê bûye, ji bo avakirina sîwanekê ku hemû pêkhate, hemû ol û pêkhateyên cuda di bin sîwana PDKê cihê xwe bibîne.”

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got: “Rast e her hilbijartin diyarker e, lê ev hilbijartin bi taybetî diyarker e, ji ber ku bi pêşeroja Herêma Kurdistanê girêdayî wê ye. Çi biryar bê dayîn, emê biryarê li ser pêşeroja Herêma Kurdistanê bidin. Hûn bi xwe biryara çarenûsa xwe didin, hûn biryara pêşeroja jiyana xwe, zarokên xwe, karên xwe didin. Ji ber vê yekê pir girîng e ku biryara her kesî di berjewendiya we û hemû Kurdistaniyan de be.

Mesrûr Barzanî herwiha got: “PDK ji destpêka damezrandina xwe ve hewl dide ku parastina nasnameya neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê bike û bo wê bû ye ku hemû pêkhateyan, bi hemû ayîn û pêkhateyên cuda ve di bin sîwana PDK cîh bide wan, bo ku li dijî zilm û zilimkariyê bikaribin rawestin.

Cîgirê Serokê PDKê herwaha ragihand: “Bi baweriya min PDK di peyama xwe de rastgo ye ji dema Barzaniyê Nemir û Serok Barzanî ve, PDK di tekoşîna xwe de li ser sozên ku daye gelê Kurdistanê rastgo bûye û bazar li ser ti mafekî destûrî û yasayî yê gelê Kurdistanê nekiriye.

Cîgirê Serokê PDKê amaje bi wê kir, “Têkoşîna siyasî û leşkerî ya ku berê hebû, heta îro berdewam e, lê niha cureya guherî ye. Niha li şûna ku li eniyên pêş û bi rêyên din şer bê kirin, li ser sindoqan û bi awayekî demokrat têkoşîn tê kirin. Xwezî wisa bûya jî, xwezî nakokiyeke siyasî bûya, xwezî em li ser sindoqên dengdanê rûbirûyî gelê Kurdistanê bibûna û her kes bi qasî ku baweriya xelkê bi wî hebe, desthilatdar bibûya. Mixabin li Kurdistanê hinek aliyên din jî hene ku tenê ji bo parastina berjewendiyên xwe, ji bo lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê dest bi tevlihevkirina bi ajandayeke derve li ser hesabê gelê Kurdistanê kirine.

Mesrûr Barzanî got: “Ev hilbijartine me dixe ser du rêyan, hem hindekî temaşeyî raboriyan xwe bikin diyare, hindek kesan hewla wê daye ku qewareya Herêma Kurdistanê bê lewaz kirin, mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê lewaz û bên binpêkirin û mafên xelkê Kurdistanê ji desthilatdariya Federalî ya li Bexdayê re bê radestkirin, mûçe û budce bê seknandin, dabeşî û cudakarî li Kurdistanê ava bike. Amade bûn ku rûmeta Pêşmerge têk bibin û xaka Herêma Kurdistanê radest bikin, ew eniye ger em niha jî temaşeyî diruşmên wan bikin ew pir eşkere îfadeyek pir rast a kiryarên wan e ew dibêjin “Em ê rawestînin”, “Êdî bes e”, “em nahêlin”, “Em ê rawestînin” Ev cure silogan hemû dirûşmên wêranî, tarîtî û rawestandinê ne. ji bilî Partiya Demokrata Kurdistanê, min nedîtiye ku ti kesî behsa pêşerojê û hêviyan bike, yan behsa pêkvejiyan û serkeftinê bike yan jî behsa başkirina rewşa gelê Kurdistanê bike.”

Cîgirê Serokê PDKê ragihand: “Ev hilbijartin bo wê ye ku hûn biryar bidin, nebêjin heqê me nîne, ez berê jî li gel komek biraderên din jî rûniştime û min heman axaftin kiriye, bê helwestmayîn jî helwêsteke, hûn ku dibêjin mafê me nîne bila xelkekî hizbî biçe deng bide, bila ewê ku sûdmend e biçe deng bide, bawer bikin ev ti pirsgirêkan çareser nake, ji ber ku eger hûn deng nedin, dê xelkekî din li şûna we deng bide, li ser kar û barên we biyarê bide.”

Mesrûr Barzanî herwiha got: “Niha eger hûn bi xwe neçin ser sindoqan, xelkekî din dê li cihê we biryarê li ser çarenivîs û pêşeroja we bidin, gelo ev bi dilê we ye, yan jî ger na divê hûn helwesta xwe nîşan bidin, ne tenê hûn bi xwe, kesûkarê we, derdorên we, herkesekî we bikaribin bandora we li ser xwe hest bikin, herwaha nirînên xwe jî ji wan re bêjin, bêjin em dixwazin li gel we hemû pêkve biçin ser sindoqan bo ku hûn bikaribin pêşerojeke geştir û misogertir û kurdistaneke aramtir bo me ava bikin. Ez li vir de daxwaz ji we dikim û hêvîdar im hûn li gel min hemfikir bin û roja 20ê Cotmehê deng bidin lîsta 190 a Partiya Demokrata Kurdistanê.”




Nûçeyên din

5-9-1988 û Serkeftineka Mezin

SATURDAY, 05 SEPTEMBER 2026 13:09:47

Sebah Beytolla

 
Emmar Hekîm sersaxiyê li Serok Barzanî dike

SATURDAY, 05 SEPTEMBER 2026 13:09:23

Hewlêr-KDP.info:îro 5ê Îlona 2026an ,Serokê Tevgera Hîkme ya Nîştimanî ya Iraqê Emmar Hekîm di peyamekê de, ji ber koça dawî ya Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihand: "Ez beşdarî xem û şîna malbata birêz a Barzanî dikim, bi taybetî birayê min ê birêz Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya birayê mezin ê malbatê, xwedêjêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî." 

 
Peyamek ji Serok Barzanî

SATURDAY, 05 SEPTEMBER 2026 00:09:00

Hewlêr-KiDP.info: Serok Barzanî koça dawî ya birayê mezin ê malbata wan (Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî) ji ber nexweşiyê ragihand.

 

Mesrûr Barzanî û Mihemmed bin Zayid parastina ewlehiya deverê tekez kir

WEDNESDAY, 02 SEPTEMBER 2026 00:09:00

Hewlêr-KDP.info:îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , li bajarê Ebû Dabiyê ligel Serokê Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî Mihemmed bin Zayid Al Nehyan civîya.

 
Serok Barzanî sersaxiyê ji binemala Dr. Ebdulfetah Botanî re dixwaze

WEDNESDAY, 02 SEPTEMBER 2026 00:09:00

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê ,Serok Mesûd Barzanî, ji bo koça dawiyê ya nivîskar, akademîsyen, dîroknasê Kurd û .Serokê berê yê Akademiya Kurdî  Dr.Ebdulfetah Botanî, peyameke hevxemiyê belav kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact