Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 5 OCT 2026 03:22 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û Balyoza Amerîkayê li ser hilbijartinên Kurdistanê axivîn
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê dike û pê re tekez dike, “Divê hilbijartinên Perlamentoya Kurdistanê di rewşeke aram û dadperwerane de û bi awayekî pakij û zelal bên kirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 09.09.2024 pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir.

Tewerekî serekî yê civîna wan girêdayî danûstandinên li ser amadekariyên hilbijartinên Perlamentoya Kurdistanê bû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, divê hilbijartinên Perlamentoya Kurdistanê di rewşeke aram û dadperwerane de û bi awayekî pakij û zelal û li jêr çavdêriya navdewletî û dûrî binpêkariyan bên kirin.

Di pareke a wê civînê de, danûstandin li ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da rûniştinên Civata Wezarî ya Îraqê ji bo karûbarên aborî li Hewlêrê, ku danûstandin bi awayekî vekirî û erênî hatin kirin û encamên wê dê di berjewendiya welatiyên me de bin.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 
Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact