Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 25 SEP 2026 18:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda Hikûmeta Iraqê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Hikûmeta Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez kir ku xebata gelê Kurdistanê ji bo çespandina hevbeşî û mafên wan e û nabe li şûna rêzgirtina li daxwaziyên gelê Kurdistanê û qerebûya enfal û kîmyabaranan, hewla wê yekê were dan ku dozeke dîrokî û xebat û qurbanîdana bêhejmara Kurdistanê di mijara mûçeyê de were biçûkkirin yan jî hewla ji hev veqetandina Herêma Kurdistanê bê dayîn.

Îro Dûşema 09.09.2024 li Selaheddînê, Serok Barzanî pêşwaziya şandekê bilinda Hikûmeta Iraqê kir ku ji Fuad Husên Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê û Serokê Encûmena Wezareta Aborî û Mihemed Elî Temîm Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê û Wezîrê Plandanan û xanima Teyf Samî Wezîra Darayî ya Iraqê û Hemîd Neîm Xizir Sekreterê Giştiyê Encûmena Wezîrên Iraqê û Elî Muhsin Îsmaîl Parêzgerê Banka Navendiya Iraqê û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Iraqê ji wezaretên Derve û Plandanan û Darayî û Neft û Bazirganî û Pîşesazî û Kanzayan û Çandin û Kar û Karubarên Civakî û her wiha sekreteriyeta Encûmena Wezîrên Iraqê û Banka Navendiya Iraqê û Desteya Ewraqên Darayiyên Iraqê pêkhatibû.

Di vê hevdîtinê de şanda mîhvan ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya ji bo serdana wan ya Herêma Kurdistanê pêzanînên xwe ji bo rola dîrokî ya Serok Barzanî ya li binyatnana Iraqa nû û xebata li dijî dîktatoriyetê hebû. Her wiha armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û guftûgoya li gel aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêmê ji bo Serok Barzanî xistinrû. Her wiha şanda mîhvan tekez li wê yekê kirin ku hevdîtin û civînên li gel Hikûmeta Herêmê sûdbexş buye û mebesta wane hemû aliyek bi navê çareserkirina kêşeyan û nehiştina astengan li rewşeke pir bi bawer û bi nerîneke şefaf û binyatner bigihin hevdû têgihiştineke tevahî.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda bilinda Hikûmeta Iraqa Federal kir û hêviya wê yekê xwest ku ew serdan û hevdû dîtine encameke erênî ji bo hemû Iraq û Herêma Kurdistanê hebê. Serok Barzanî ronahî xiste li ser dîroka xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê li sedsala bîstem û her wiha ewe jî bi amadebûyên civînê ragihand ku piştî 2003 ew çaverê yî hebû ku Iraqeke nû bê avakirin ku li navçeyê da bibê mînaka pêkvejiyan û hevbeşî û demokrasî û firehiyê. Serok Barzanî ewe jî dûpatkir ku xebata gelê Kurdistanê ji bo çespandina hevbeşî û mafên wan e û nabe li şûna rêzgirtina li daxwaziyên gelê Kurdistanê û qerebûya enfal û kîmyabaranan, hewla wê yekê were dan ku dozeke dîrokî û xebat û qurbanîdana bêhejmara Kurdistanê di mijara mûçeyê de were biçûkkirin yan jî hewla ji hev veqetandina Herêma Kurdistanê bê dayîn.

Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de tekezî li wê yekê kir ku baştirîn rê ji bo nehiştina kêşeyan, li ber girtina şêwaza hevdû têgihiştin û diyaloga di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Balkişand li ser wê yekê ku ji bo çareserkirina kêşeyan pêwîst e em hemû vegerin ser destûr û li gel wê de jî pêdagirê wan peymanên siyasî bîn ku aliyên hevpeymaniya îdareya dewletê li ser li hev kirine. Serok Barzanî rûmeta xwe ji bo rol û hewlên Serok Wezîr Sudanî ya ji bo nehiştina astengiyan û çareserkirina giriftan hebû û ewe jî dûpat kir, ji bo serxistina proseya diyalogê û çareserkirina kêşeyan, li gel pêdagirbûna bi destûr û rêkeftinên siyasiyan pêwîste niyetpakî û îradeyekî rastîn ji bo çareseriya kêşeyan hebê.

Hêjayî gotinê ye li vê hevdîtinê de şandekê bilinda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûn ku ji birêzan Wezîrê Navxo û Wezîrê Darayî û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran û hejmareke dinê ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.




Nûçeyên din

Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 17:09:05

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Îro Înî, 25ê Îlona 2026ê, di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand: “Dengek bo dîrokê û bîranînek bo nifşan.”

 
Mesrûr Barzanî salvegera referandûmê li gelê Kurdistanê pîroz dike

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 11:09:31

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera nehê ya referandûma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li gelê Kurdistanê dike.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke Senatoya Fransî kir

TUESDAY, 22 SEPTEMBER 2026 19:09:36

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê 22ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke Senatoya Fransî kir ku ji rêzdar Rémi Féraud senatorê herêma Parîsê û rêzdar Olivier Bitz senatorê herêma Orne pêk hatibû.

Serokê Herêma Kurdistanê: Yekxistina Pêşmerge, destpêka qonaxeke nû ye

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 16:09:06

Hewlêr-KDP.info: Berî nîvroya îro Duşem 21/09/2026, bi amadebûna rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û her yek ji rêzdaran Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Cîgirê Serokê Hikûmetê, Ferîqê Yekem Rukin Ebdulemîr El-Şemmerî, Rêveberê Nivîsîngeha Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê û Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û hejmarek ji fermandeyên Pêşmerge û nûnerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê rêwresma ragihandina yekxistina hêza Pêşmerge bi rê ve çû.

 

Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 14:09:51

Hewlêr-KDP.info: îro 21ê Îlona 2026an,  Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola dîrokî ya mamosteyên olî di xebat û şoreşa gelê Kurdistanê de bilind nirxand.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact