Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 11 OCT 2026 04:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî (COP29) hat vexwandin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Balyozê Komara Azerbaycanê li Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vexwand Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê (COP29).

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Duşema 9.9.2024 pêşwazî li Balyozê Azerbaycanê li Iraqê Nasir Memmedov kir.

Di civînê de, Balyozê Azerbaycanê silavên Serokomarê Azerbaycanê gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û ew vexwand Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê (COP29).

Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî ya îsal (COP29) dê di navbera 11-22 Mijdarê de li bajarê Baku yê Azerbaycanê were lidarxistin.

Di hevdîtinê de, pêşxistina pêwendiyên dualî di warên cuda de, pêngavên vekirina konsulxaneya giştî ya wî welatî û destpêkirina geştên asmanî yên rasterast di navbera Baku û Hewlêrê de hate gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina pêwendiyên digel Komara Azerbaycanê tekez kir.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact