Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 7 OCT 2026 07:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Siyasetmedarê Azerbaycanê Zabît Mohamedov: PDK hêza rizgariya Kurdistanê ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Azerbaycanê û pisporê karûbarên Rojhilata Navîn Zabît Mohamedov bi helkefta jidayikbûna Serok Barzanî û salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand: “Avakirina Partiya Demokrata Kurdistanê pêşkeftineke mezin û girîng bû di dîroka siyasî ya Kurdistanê de.”

Bi helkefta salvegera jidayikbûna Serok Barzanî û damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî li parçeyên din ên Kurdistanê û li ser asta navxweyî û navdewletî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Polîtbîroya PDK û Serkirdatiya PDKê dikin.

Siyasetmedarê Azerbaycanê û pisporê karûbarên Rojhilata Navîn Zabît Mohamedov bi vê helkeftê ji malpera fermî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PDK) re ragihand, PDK roleke mezin di tevgera rizgarîxwaza Kurd û pêşvebirina mafên gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê lîstiye. PDK li navçeyê bûye hêzeke yekgirtî û xwedî bandor.”

Siyasetmedarê Azerbaycanê bi berçavgirtina destkeftên PDK li çiya û bajaran, raya giştî ya Kurdistanê piştrast dike ku ev partî dikare roleke girîng di pêşeroja siyasî ya Kurdistan û navçeyê de bilîze. Herwiha daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku ji bo bidestxistina armancên netewî yên gelê Kurd hevkarî û hemahengiya zêdetir bi PDK re hebin.

Zabît Mihemedov dibêje, PDK roleke girîng di proseya aştiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê de lîstiye û PDK bi siyaseta xwe ya hevseng û dûrbîn karîbû li navçeyê bibe faktora aramiyê.

Bi boneya salvegera PDKê ev siyasetmedar behsa hêza PDKê ya ji bo nasnameya Kurd a li ser asta cîhanê dike û dibêje: “PDK kariye bi gelek welatên cîhanê re têkiliyên dîplomatîk ên xurt deyne û ev yek jî dengê Kurdan li qada navneteweyî bilind kiriye.”

Di dawiya axaftina xwe de, pîrozbahiyê li gelê Kurd dike û hêvî xwest ku PDK têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd û pêşxistina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê berdewam bike.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact