Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 19:08 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Parlementerek rûs: PDK kariye pirsgirêka Kurd bigihîne qada navdewletî û bala cîhanê bikşîne ser mafên rewa yên gelê Kurd
| KDP.info


Rûsya-KDP.info- Bi minasebeta 78mîn saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê û rojbûna Serok Barzanî, endamekî parlamentoya Rûsyayê dibêje, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kariye bi awayekî karîgerî pirsgirêka Kurd bigihîne qada navdewletî û bala cîhanê bikşîne ser mafên rewa yên gelê Kurd.
Mîşa Xalidyan, Endamê Parlamentoya Rûsîyê di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera fermî ya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), pesna rola giring a PDKê di danasîna doza Kurd bo cîhanê dide û dibêje: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kariye bi awayekî bi bandor pirsgirêka Kurd derxîne qada navneteweyî û bala cîhanê bikşîne ser mafên rewa yên gelê Kurd.”
Parlamenterê Rûsyayê tekezî li ser giringiya stratejîk a Hewlêr û Herêma Kurdistanê li navçeyê dike û dibêje: “Bi saya siyaseta dûrbîn a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro Hewlêr û Kurdistan bûne navendeke girîng a siyasî û aborî li Rojhilata Navîn û ev jî destkefteke mezin e ji bo gelê Kurd.”

Xalidiyan amaje bi peywendiyên navdewletî yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî kir û got: “PDK kariye peywendiyên dîplomatîk ên bihêz ligel piraniya welatên cîhanê deyne û ev yek jî bûye alîkar ku pêgeha Kurdistanê li ser asta navdewletî bilind bibe.”

Parlamenter Mîşa Xalidyan hêvî xwest ku PDK ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd û parastina aştî û aramiya navçeyê berdewam be.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact