Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 27 JUL 2026 16:42 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mîrê Êzdiyan: Em dixwazin xelkê Şingalê me bi rûmet vegerin ser mal û warê xwe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Mîrê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg radigihîne: “Em spasiya alîkarî û helwestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku di dema karesatê de, deriyên mal, mizgeft, dêr û dibistanên xwe ji Êzidiyan re vekirin û pêşwaziya wan kirin û her tiştê ku ji destê wan hat, pêşkêşî me kirin.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg di gotarekê de bi boneya dehemîn salvegera jenosîda welatiyên Êzidî got: “Dema ku em behsa komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an li ser Êzidiyan dikin, çend karesatên ku bi serê Êzidiyan de hatine kirin, ji bîra me naçin. Bi giştî karesatên qirkirinê yên di dîrokê de bi serê Êzdiyan de hatine, digihêje 73 trajediyan, ev tê wê wateyê ku dîrok xwe dubare dike û welatiyên Êzidî weke civakeke qirkirî bidin naskirin.”

Herwiha got: “Dema em behsa komkujiya Êzdiyan dikin, em behsa wê karesatê dikin ku ti Êzidî di malên xwe de nehiştin, hemû hatin derxistin û bi hezaran ji wan li çiyayê Şengalê hatin dorpêçkirin. Bi hezaran Êzidiyên din koçberî Herêma Kurdistanê bûn û hejmareke din jî penaberî welatên din bûne. Em qet komkujiyê ji bîr nakin, me dît ku çawa keçên me wek kole hatin birin û li bazara parêzgeha Neynewayê hatin firotin.”

Mîr Hazim di beşeke din a gotara xwe de got: “Ji destpêka komkujiyê û heta niha zêdetirî 6 hezar welatiyên Êzîdî hatine kuştin, bi hezaran jî dîl hatine girtin, heta niha 94 gorên bikomî yên welatiyên Êzidî hatine dîtin û bi dehan mezargehên olî hatine teqandin.”

Amaje bi wê jî kir, “Lê tevî têkbirina DAIŞ’ê jî, çarenivîsa bi hezaran jinên Êzidî yên revandî ne diyar e, gorên bikomî nehatine kolandin û qurbanî li gorî bnemayên ola Êzidî nehatine veşartin. Bi hezaran Êzîdî hîn jî di nav germ û sermayê de li kampan êş û azarê dikişînin, di demekê de ku koçberên deverên din ên Iraqê, vegeriyane malên xwe.”

Mîr Hazim got: “Em spasiya alîkarî û helwestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku di dema karesatê de, deriyên mal, mizgeft, dêr û dibistanên xwe ji Êzdiyan re vekirin û pêşwaziya wan kirin û her tiştê ku ji destê wan hat, pêşkêşî me kirin. Serok Barzanî xwedî helwesteke şerefmendane bû û pişta me girt. Herwiha helwesta Nêçîrvan Barzanî baş bû ku ofîsa azadkirina keçên Êzîdî yên revandî, vekir. Herwiha Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî gelekî alîkariya jin û keçên Êzîdî yên rizgarkirî dike, ew jî tevî kirîza abûrî ya li ser milê Herêma Kurdistanê. Em destxweşiyê li wan dikin û ev piştevanî dihêlin em zêdetir bi ax û welatê xwe ve girêdayî bimînin.”

Herwiha got: “Serok Barzanî xwedî helwesteke bi rûmet bû û piştgirî da me. Spasiya Nêçîrvan Barzanî li ser vekirina ofîsa azadkirina revandiyên Êzidî dikin. Herwiha ew alîkariya ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşkêş dike, bi dabînkirina budceyek ji bo alîkariya darayî ji bo jin û keçên Êzîdî yên rizgarkirî, tevî krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê, ev yek gelek cihê destxweşiyê ye. Vê jî kiriye ku em bi biryartir li ser axa xwe û welatê xwe bin.”

Mîrê Êzidiyan got jî: “Em dixwazin bi rûmet, ne bi tirsê, vegerin cih û warên xwe, ji ber ku em naxwazin karesateke din were serê me. Em dixwazin welatiyên êzîdî bi serbilindî û bawerî vegerin warên xwe, lê ligel vê jî divê pêwîstî û xizmetguzariyên sereke ji wan re bên dabînkirin, weke çawa ji bo hemû pêkhate û xelkê Iraqê hatiye kirin.”

Mîr Hazim got: “Divê hikûmeta Iraqê di mijara Êzidiyan de cidîtir be û pirsgirêkên siyasî û ewlehî yên Şingalê çareser bike, da ku welatî bibin xwedî bawerî û ewlehî û vegerin warê xwe.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Koreya Başûr li Hewlêrê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 22:07:14

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşema 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Un Gyu Shim Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê kir.

 
Serok Barzanî sersaxiyê li Serokê Sûriyê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 18:07:45

Hewlêr-KDP.info : Roja Yekşemê 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihande birêz Ehmed Şer, Serokê Sûriyê, ku ji bo bûyera hatinçûnê ya diltezîn a doh ya Sûriyê ku tê de hejmareke zêde ya welatiyan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li hikûmet û gelê Sûriyeyê dike

SATURDAY, 25 JULY 2026 23:07:40

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Tîrmeha 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X),peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: "Bi xemgînî û daxeke kûr, me nûçeya rûdana diltezîn a trafîkê li Sûriyeyê bihîst, ku bû sedema canjidestdana hejmarek welatiyan ku piraniya wan karmendên Wezareta Navxwe bûn."

 
Mesrûr Barzanî spasiya Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê dike

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:28

Hewlêr-KDP.info : îro 21ê Tîrmeha 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta bidawîhatina erkê wîpêşwazî li Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Radu Butum kir.

 
Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Çînê rewşa Iraqê û deverê nîqaş kir

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:12

Hewlêr-KDP.info : îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) ،Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact