Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 7 OCT 2026 23:31 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Polîtbîroya PDKê: Armanckirina heval û kadirên me nayê qebûlkirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Polîtbîroya PDKê hewla terorkirina Berpirsê Liqa Germyanê ya PDKê bi tundî şermezar dike û tekez dike, “Armanckirina heval û kadirên me nayê qebûlkirin”.

Îro Sêşema 16.07.2024, Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kiriye û diyar dike: “Mixabin roja Duşema 15.07.2024ê berpirsê liqa 22 ya Partiya me Ekrem Salih, di dema çûyîna ser erkê rojane yê xwe li bajarê Kelarê, dibe armanc û otomobîla wî tê teqandin, başe ku ziyana canî çênebû ye.”

Herwaha aşkera kiriye: “Em vê kiryara terorîstî bi tundî şermezar dikin, ku hevalên me kirine armanc, daxwaza me ji demûdezgayên wî sînorî ewe ku wê kiryara namirovane û terorîstiyane bi cidî lêkolîn bikin û kesên ew kar encam dane jî ji bo Partiya me û rayagiştî û gelê Kurdistanê aşkera bikin.”

Polîtbîroya PDKê amaje bi wê yekê jî daye: “Ew cure karên têkdaner li ser seqamgirî û asayîşa Herêma kurdistanê bandor dike, armanckirina heval û kadroyên Partiya me ji aliyê her alî û grûpekê ve be, nayê qebûlkirin û em rê nadin ku xerabker bigehêjin armanca xwe, ji ber wê jî, ji bo aramî û asayîşa civakî ya Herêma Kurdistan, pêwîst e aliyên peywendîdar bi erkê xwe rabin û encamderên wî karê terorîstî bigrin û radestî yasayê bikin.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact