Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 28 SEP 2026 16:11 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Amerîka piştevaniya serdana Serok Barzanî bo Bexdayê dike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê pêşwazî Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski kir û di wê hevdîtinê de Balyoza Amerîka li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî û baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de nîşan da.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî sedemên serdana xwe ya bo Bexdayê eşkere kir û amaje bi wê kir, piştî ku hate hestkirin ku niyazpakî heye bo çareserkirina kêşeyan û pabendbûn bi destûrê û dirustbûna atmosfereke erênî li Bexdayê û herwiha ji bo gotûbêjkirina mijarên niştimanî, serdana Bexdayê kiriye.

Derbarê mayîna hêzên hevpeymanan jî Serok Barzanî ragihand, ev pirseke niştimanî ye û ne girêdayî ti aliyek ye û divê aramî û berjewendiyên Iraqê li ber çavan bên girtin.

Her di vê hevdîtinê de, Balyoza Amerîka li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî û baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de nîşan da û tekezî li ser handana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir, ji bo peywendiyên xwe pêşde bibin û diyaloga xwe berdewam û xurt bikin.

Di derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê de jî, Balyoza Amerîkayê pêşwazî li dema lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir.




Nûçeyên din

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Awistiryayê pêşxistina pêwendiyên xwe gotûbêj dikin

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 20:09:14

Hewlêr-KDP.info: îro 27ê Îlona 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Awistiryayê yê li Iraqê Axel Wech kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 19:09:15

 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê Peter Nielsen kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Avusturya yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 16:09:32

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşemê, 27ê Îlona 2026an, li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyozê nû yê Avusturya yê li Iraqê birêz Axel Wesch kir.

 
Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 17:09:05

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Îro Înî, 25ê Îlona 2026ê, di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand: “Dengek bo dîrokê û bîranînek bo nifşan.”

 
Mesrûr Barzanî salvegera referandûmê li gelê Kurdistanê pîroz dike

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 11:09:31

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera nehê ya referandûma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li gelê Kurdistanê dike.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact