Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 00:25 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî li Helebce: Em xizmetkirina xelkê Kurdistanê wekî erkê xwe yê serekî dibînin
| KDP.info


Helebce-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Havîngeha Ehmed Awayê ya girêdayî qezaya Xurmalê di hevdîtina hejmareke kesatiyên Helebce, Şarezûr û Hewramanê de ragehand, “Em xizmetkirina xelkê Kurdistanê wekî erkê xwe yê serekî dibînin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşema 30.06.2024 di çarçoveya serdana xwe ya ji bo parêzgeha Helebceyê de, li Havîngeha Ehmed Awayê ya girêdayî qezaya Xurmalê bi hejmareke zêde ya kesatiyên Helebce, Seyid Sadiq, Pêncwîn, Şarezûr û Hewramanê re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê hevdîtinê de gotarek pêşkêş kir û amaje da giringiya devera Hewramanê, ku dîrokeke diyar di xebat û tekoşîna gelê Kurdistanê de heye û devereke geştyarî ye jî.

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Em xizmetkirina xelkê Kurdistanê wekî erkê xwe yê serekî dibînin. Pêxemetî zêdetir pêşxistina vê deverê û berdewamkirina karnameya hikûmetê di warên hemerengkirina aborî û peydakirina derfetên karî ji bo ciwanên me de, em dê hemî bizavan bikin.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact