Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 18 SEP 2025 22:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Em hemî bizavan dikin ku bazareke zêdetir bo berhemên navxweyî bê peydakirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berê binyatî yê pirojeya Bazarê Fêqî û Zerzewatî yê Hevçerx li Akrê dana.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 11.06.2024 berê binyatî yê pirojeya Bazarê Fêqî û Zerzewatî yê Hevçerx li Akrê dana û gotarek pêşkêş kir.

Ev jî tekista gotara Mesrûr Barzanî ye:

“Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Amadebûyiyên hêja û berkeftî, spas ji bo amadebûna we û hûn gelek bixêr bên, mandî nebin, spêda we bixêr.

Cihê dilxweşiyê ku em dibînin her rojekê li cihekê Kurdistanê berê binyatî yê pirojeyekî tê danan an jî pirojeyek tê bicihanîn û pêşkeftin li Kurdistanê berdewam e.

Ez dilxweş im ku careke din hatime devera Akrê û Berdereşê û em ji bo danana bernê binyatî yê pirojeyekî giring ku pirojeyê bazarê hevçerx ê fêqî û elweyê ye li qezaya Akrê ne.

Akrê yek ji kevintirîn bajarên Kurdistanê û yek ji kevintirîn qezayên Kurdistan û Îraqê ye û dîrokeke gelek dêrîn heye û ji aliyê cografî û aborî ve devereke gelek giring û zengîn e, xasma di biyavê çandinê de.

Ji aliyê geştyariyê jî ve, Akrê devereke giring e û gelek cihên geştyarî lê hene û pilana hikûmeta me ew e ku di van her du waran de vê deverê zêdetir pêş bixe û derfetên karî peyda bike.

Berî ez bihêm vê derê, min serdana hin cotyaran li nav zeviya çandina petatan kir û ez bi hejmareke wan cotyaran re axivtim û min guhdariya wan kir.

Cihê dilxweşiyê ku em dibînin berhemê petatan li Kurdistanê roj bi roj zêde dibe, gelek zêdetir ji pêdivîtiya navxweyî niha li Kurdistanê petat tên berhemanîn û awayê çandinê jî ber bi awayekî zanistî yê pêşkeftî ve diçe.

Ev berhem ne tenê têra Kurdistanê belkî têra hemî Îraqê jî dike. Pêngavên pêdivî jî ji bo hinardekirina berhemêê petatên xwemalî yên Kurdistanê ji bo derveyê welatî hatine avêtin. Diyar e daxwazeke zêde jî li ser wan heye.

Di çarçoveya bernameya hemerengkirina dahatên Kurdistanê de, me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek pûte û giringî bi mijara çandinê li Kurdistanê daye û me di çaksaziya çandinê li Kurdistanê de dest bi şoreşekê kiriye, lê ev destpêk e û hêşta gelek pêngav mane ku me pê çê bibe kertê çandinê li Kurdistanê bigehînin astekî standard ê cîhanî, ku ne tenê mifayî li xelkê deverê û cotyaran bike belkî ji bo hemî Îraqê û deverê jî bibe sebeta xwarinê.

Herwesa ev dê rêxweşker be ku di kertê pîşesaziyê de jî ji bo çêkirina kargehan pêngav bên avêtin û derfetên karî di van delîveyan de jî zêdetir bên peydakirin.

Dema ez bi wan cotyaran re axivtim, wan hin gazin hebûn. Yek ji gazinên wan ew bû ku berhemê petatan yê derve li hin sinoran derbazî nav Herêma Kurdistanê tê kirin ku bandoreke nerênî li ser berhemê navxweyî yê cotyaran heye. Em wekî hikûmet dê lidûçûnê ji bo vî mijarê bikin. Wezîra Çandinê Rêzdar Bêger jî li vê derê ye. Em dê li gel Wezareta Darayî lidûçûnê bikin, ku ew berhemên li nav Herêma Kurdistanê tên berhemanîn, em rêyê nedin ew berhem ji derve bên derbazkirin, ji bo ku piştevaniya cotyaran berdewam be. Eger em bibînin ku bi awayên neqanûnî ev kar tê kirin, rêkarên pêdivî jî dê li bernaberî van tiştan bên bicihanîn.

Ji aliyekî din ve daxwaza wan cotyaran ew bû ku mijara av û bendavan jê re bê çarekirin. Her di bernameya hiukûmetê de ye ku em çend bendavên din jî çê bikin, yek ji wan jî bendava Îsmavayê li Bakirmanê ye ku dê gelek mifayî li cotyarên Deşta Navkurê bike û dê berhemê wan zeviyên gelek bi xêr û bereket zêdetir bike.

Her di bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û di çarçoveya giringîdana bi hemî deverên Kurdistanê de, me giringiyeke zêde bi sinorê Akrê daye. Li sinorê Akrê çend piroje di warên rêyan û av û karebê û çêkirina dibistan û yarîgehan û Zanîngeha Akrê de hatine bicihanîn.

Welatiyên xweşevî pêdivî zêdetir xizmetê ne û bi pişrastî ve li pêşerojê dê gelek pirojeyên din jî ji wan re bên bicihanîn. Armanca me ya serekî pirrengkirina abor û çavkaniyên dahatan û vekirina jêrxaneyeke bihêz e, giringîdan û pêşxistina kertê çandinê yek bûye ji wan karên ku heta niha me kirine.

Ji bo vê meremê me bi hevkarî bi kertê taybet re dest bi bicihanîna çend pirojeyên giring kiriye, wekî çêkirina çend deverên pîşesaziya xwarinê û berbazarkirina genimê Herêma Kurdistanê û hinardekirina berhemên cotyarên me ji bo bazarên derve.

Me çend bendavên cuda cuda li deverên cuda cuda çê kirine ku ji bo berhemên xwemalî û cotyaran bûne piştevan. Herwekî min behs kir, di bernameya me de heye û em bi Hikûmeta Federalî re ji bo destpêkirina çêkirina bendava Îsmavayê jî axiftine.

Devera Akrê bi gelek berhemên çandinê navdar e, wekî birinc û petat û tehîn û simaqê. Me hin ji wan li vê derê jî dîtin. Bê goman em dê alîkariya wan bikin ji bo ku ev berhem ji bo derve jî bên hinardekirin, ez haydar im ku hinardekirina hin ji wan berheman ji bo derve hatiye destpêkirin jî.

Em dê hemî bizavên xwe bikin ku bazarekî zêdetir ji bo berhemên navxweyî ji bo hemî cotyarên Kurdistanê bê peydakirin. Ez dubare destxweşiyê li kompaniya bicihanînê dikim ji bo vê pirojeya giring, û pêdivî ye li ser astê standardên navdewletî be.

Ez li wê bawerê me ku ev piroje dê piştevaniyeke zêde ji bo cotyaran peyda bike û avakirina vî bazarî dê bibe piştevaniyek ji bo pêşvebirina kertê çandinê li ser astê Kurdistanê.

Careke din li me û we hemiyan pîroz be û her di xêr û xweşiyê de bimînin û Kurdistan jî her avedan be.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî Pêşwaziya Hejmarek Kesayetiyên Aşûrî yên Amerîkî Kir

MONDAY, 15 SEPTEMBER 2025 18:09:36

Hewlêr-KDP.info: Roja Duşemî, 15ê Îlonê 2025, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên Aşûrî yên ku li Amerîkayê niştecih in kir ku bi serokatiya birêz Sam Dermo, Serokê Saziya Aşûriyan ji bo Edaletê.

Peyama Nêçîrvan Barzanî Bo Bîranîna Şoreşa Mezin a Îlonê

THURSDAY, 11 SEPTEMBER 2025 12:09:38

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û got:" Şoreşa Îlonê bû nasname û bingeha bîra neteweyî û niştimanî û ji bo vejîn û têkoşînê ruhekî nû da ber Kurdistaniyan."

 
Mesrûr Barzanî: Em tekezî li ser parastina destkeftên niştimanî û qewareya me ya destûrî dikin

THURSDAY, 11 SEPTEMBER 2025 12:09:46

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 64emîn salvegera destpêkirina Şoreşa mezin a Îlonê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî tekezî li ser girîngiya dîrokî ya şoreşê û pêwîstiya parastina nirxên wê yên wekî yekrêzî û tebayiyê kir ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

 
Peyama Serok Barzanî Di Bîranîna 64 Salîya Destpêkirina Şoreşa Îlonê

THURSDAY, 11 SEPTEMBER 2025 10:09:49

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 64emîn salvegera destpêkirina Şoreşa mezin a Îlonê, peyamek belav kir û tê de tekezî li ser girîngiya dîrokî ya şoreşê kir. Serok Barzanî diyar kir ku Şoreşa Îlonê rûpeleke zêrîn di dîroka tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de ye.

 
Nêçîrvan Barzanî Spasiya Îmaratê Dike

WEDNESDAY, 10 SEPTEMBER 2025 21:09:42

Hewlêr-KDP.info:: îro, Çarşem, 10/09/2025, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Saîd El-Hacirî, Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybetî yê Îmaratê ji bo Karûbarên Aborî ya li Herêma Kurdistanê û şandeke pê re kir.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact