Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 16:51 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Li Amedê Dr. Salar Osman li ser pêşeroja Herêma Kurdistanê gotarekê pêşkêş dike
| KDP.info


Amed-KDP.info- Dr. Salar Osman dê îro di Konferansa Amedê ya li ser pêşeroja Herêma Kurdistanê de gotarekê pêşkêş bike.

Berpirsê Dezgeha Ragihandin û Rewşenbîrî ya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Salar Osman dê di konferansa Amedê de ya li ser pêşeroja Herêma Kurdistanê û gefên heyî panelekê pêşkêş bike.

Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn a nû wê di konferansa Amedê de were nîqaşkirin. Li ser rewşa niha ya navçeyê ligel şerê Xezza û mijarên din, dê di konfransê de werin gotûbêjkirin.

Li ser pirsa Herêma Kurdistanê, Dr. Salar Osman Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ronahiyê dide pêşeroja Herêma Kurdistanê di Rojhilata Navîn a nû de, bi wê encam û defektoya ku niha li navçeyê heye.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact