Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 11 OCT 2026 19:25 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî bo şanda Amerîka: Biryara nehêlana kursiyên kutayan zizrarê digehîne piroseya demokrasiyê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgira Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîkayê kir.

Îro Çarşema 06.03.2024 li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya xanima Victoria Taylor Cîgira Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîkayê kir.

Li hevdîtinê de ku Mark Stroh Konsulê Giştiyê Amerîka li Hewlêrê jî amade bû, behsa serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê kirin û bi serdanekî ciddî û serkeftî hate wesifkirin. Her wiha behsa rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û giriftên li ber wan peywendiyan kirin û tekez li ser pêwîstiya parastina aramiya Iraq û rola hêzên hevpeymanan li aramiya Iraq û navçeyê kirin.

Babeta hilbijartinan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî palpiştiya xwe ji bo birêveçûna hilbijartinê dûpat kir û her wiha dilgiraniya xwe jî di derbarê biryara dadgeha federal ya li ser nehiştina kotaya pêkhatan xisterû û wê biryarê bi hewldana ji bo nehiştina mafên pêkhatan û ziyangihandina bi proseya demokrasiyê da zanîn.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact