Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 28 SEP 2026 07:28 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Neh sazî û rêxistinên sivîl êrişa li ser salvegera koça dawî ya Barzaniyê Nemir şermezar kirin
| KDP.info


Rojavayê Kurdistan-KDP.info- Neh sazî û komîteyên mafên mirovan li Sûriyê êrîşa li dijî merasîma koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî li bajarên Kobanê û Dirbêsiyê yên Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Komîteya Kurdî ya ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (RASID), Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF), Rêxistina Berevaniya li Girtiyên Ra li Sûriyê (Rewangeh), Rêxistina Kurdî ji bo Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD), Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (Buroya Yasayî), Rêxistina Jinên Kurd a Azad, Hêzên Civaka Sivîl a Kurdistanê, Encûmena Êzdiyên Sûriyê û Komîteya Yasayî ya Hevdîtina Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyê bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşa li ser salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî li Kobanê û Dêrbêsiyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi dehan kesên rûgirtî yên Rêxistina Ciwanên Şoreşger êrîşî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyê li bajarê Kobanî kirin, ku biryar bû koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve lê bihata birbîranî.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, êrîşkeran êrîşî ofîsê kirin û tiştên tê de şikandin û şewitandin û siloganên îxantiyê li dijî endamên partiyên ENKSê û mêvanan avêtin û li wan dan ku di nava wan jin, zarok û kesên bi temen hebûn û hin ji wan birîndar bûn.

Herwih gotin: “Ji ber vê yekê, em rêxistinên mafên mirovan û sivîl, ji kiryarên rêxistina Ciwanên Şoreşger ên li dijî çalakvan û sivîlan dilgiran in û êrîşa li Kobanî şermezar dikin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin jî: “Em êrîşa li ser wan kesên ku bi boneya bîranîna 45emîn salvegera koça dawî ya rêberê dîrokî yê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî, ku di nava gelê Kurd li Sûriyê de weke semboleke mezin a netewî ye û xwedî pêgeheke mezin e, şermezar û rûreş dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev kiryar Ciwanên Şoreşger, binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan û azadiya raman û derbirînê û binpêkirina eşkere ya hemû yasayên navdewletî û yasayên asmanî û exlaqî ye. Divê ew bêne dadgehkirin ku rêxistinên mafên mirovan û parêzerên serbixwe yên malbatên mexdûran jî tê de beşdar bin.”




Nûçeyên din

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Awistiryayê pêşxistina pêwendiyên xwe gotûbêj dikin

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 20:09:14

Hewlêr-KDP.info: îro 27ê Îlona 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Awistiryayê yê li Iraqê Axel Wech kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 19:09:15

 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê Peter Nielsen kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Avusturya yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 16:09:32

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşemê, 27ê Îlona 2026an, li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyozê nû yê Avusturya yê li Iraqê birêz Axel Wesch kir.

 
Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 17:09:05

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Îro Înî, 25ê Îlona 2026ê, di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand: “Dengek bo dîrokê û bîranînek bo nifşan.”

 
Mesrûr Barzanî salvegera referandûmê li gelê Kurdistanê pîroz dike

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 11:09:31

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera nehê ya referandûma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li gelê Kurdistanê dike.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact