Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 4 FEB 2026 15:22 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Doza Kurdan hatiye paşguhkirin
| KDP.info


Duhok-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragehand: “Divê em ne tenê şer û tundûtûjiyê şermezar bikin, belkû çareseriyan ji pirsgirêk û nakokiyên heyî re jî bibînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Mijdara 2023an di Çaremîn Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn de ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê vê tê lidarxistin de gotara destpêkê pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Kêfxweş im ku kesên beşdar ji çend welatên cuda hatine. Dostên ji welatên cîran û dûr, ez bixêrhatina we dikim û hêvî dikim ku têkiliyên me kûrtir bibin.”

Amaje bi wê kir: “Di rojeva ku ji aliyê organîzatorên korbendê ve hatiye danîn de, pirsgirêkên ku em hemû rojane rûbirûyê wan dibin hene. Mijarên wekî guherîna keşûhewayê, koçberiya girseyî, tundrewî û mebestên wê, berdewamiya çavkaniyên xwezayî û pergalên rêvebirinê, dê bêne gotûbêjkirin.Ez pêşbîniya wê dikim ku hin gotûbêj derbarê biryar û bijardeyên siyasî de bêne kirin. Civîn û nîqaşên wiha yên rewşenbîr û pisporan, dikarin bibin alîkar ku encamên baş werin bidestxistin.”

Serokwezîr got: “Divê em amade bin ku têbigihîjin û bipejirînin ku hin mijarên ku li vir werin nîqaşkirin, ji bo me hemûyan metirsî ne. Zêdebûna germahiya gozemînê dê encamên pir xeternak ji bo herêma me û cîhanê çêbike, bêewlehiya xwarinê, kêmbûna avê û koçberiya girseyî leztir bike. Ev pirsgirêk jî nabin werin derenxitin. Pêlên germahiyê û lehî zêdetir bûne. Li gorî nîşanên herî dawî, pêşbîniyên bilindbûna pileya germê li Rojhilata Navîn pir nêzîk in ku rû bidin. Pêdivî ye ku em karekî çêtir bikin, da ku rê li ber belavbûna karbonê bigirin.”

Tekez kir jî: “Niha ne dema ku meriv xwe ji berpirsiyariyê vedizin an jî bêdeng bimîne û pirsgirêkan dûr bixin. Divê em ji bo berjewendiya giştî kar bikin, berî her tiştî wek hemwelatî, lê bi pîvaneke cîhanî kar bikin. Di rûbirûbûna dijwariyên ku em hemî pê re rûbirû ne, divê hest bi wê bikin ku cihê em lê dijîn, dê encamên xirab li ser me hebin. Wek mînak, Kurdistan nikare ji encamên germbûna Kuweytê rizgar bibe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Me hemûyan dîmenên trajîk ên sivîlên bêguneh, zarok û extiyar dîtine ku bûne qurbaniyên şerekî din ê wêranker. Divê ev dîmen me şiyar bikin. Tundiya ku em dibînin qet ne çareserî ne û aştiyê nayîne, lê dibe sedema berdewamiya wêranî û karesatan.

Herwiha got: “Divê em ne tenê şer û tundûtûjiyê şermezar bikin, lê divê em çareseriyan ji bo pirsgirêk û nakokiyên hilawîstî bibînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan çaverê bimînin, di dema ku em dikarin wan çareser bikin, berî ku ew ji kontrolê derkevin. Divê em cudahiyên hev qebûl bikin û fêr bibin ku bi hev re bi rêzdarî bijîn, ne ku li hincetan bigerin ku hevdu red bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Em hemû ji destpêkirina tundiyê li Rojhilata Navîn matmayî man. Çareserkirina nakokîyeke bi dehan salan e û teşekirina wê jî bi heman awayî pirsgirêk e. Mînak ev 30 sal in çareseriya du dewletî ji bo Filistîn û Îsraîliyan weke pêwîstî û modelekê tê dîtin. Kurdan jî daxwaza heman maf û rûmetê dikirin, lê dîsa jî doza me hatiye paşguhkirin. Hûn çawa dikarin ewqas piştgirî bidin doza kesekî û li hemberê jî doza kesên din, xwe bêdeng bikin? Niha dema wê ye ku karekî baştir bikin. Pirsgirêkên neçareserkirî, pêwîstiya wê bi bersivên wêrek heye. Niha ku cîhan ji bo pirsgirêka Filistînê li çareseriyeke mayînde digere, ez bang li rêyeke nû dikim ku em Kurd çawa bi cîranên xwe re bi hev re bijîn.

Pêşketinên dawiyên yên li Iraqê jî nîgeran in. Berdewam binpêkirinên destûra Îraqê û pabendnebûna bi rêkeftina ku bûye sedema avakirina hikûmeta niha, metirsiya bêîstiqrariyê û vejîna mezhebî û dabeşbûna di navbera civakên sereke de jê derdikeve. Nêzîkatiyeke giştgîr û berfireh ji bo birêvebirina Iraqê û cîbicîkirina karên temamnekirî yên herêmê, pêwîstiya wê bi lezê heye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Niha ku hûn li vir in, ez we han didim ku hûn tiştên ku wek em Kurdistanî pêşkêş dikin, hembêz bikin. Ez bi rêya we bang li hemû cîhanê dikim ku gavên ku me di warê aborî û jiyana hevbeş a aştiyane ya pêkheteyan de avêtine, bibînin. Gelek tiştên me hene ku em nîşanî cîhanê bidin, û ez we vedixwînim ku hûn beşdarî van gavan bibin.”

Di dawiyê de got jî: “Ligel destpêkirina vê korbendêm, ez daxwazê ji we dikim ku hûn li vê salonê bi hev re guftûgoyeke jîrane bikin. Ez hêvî dikim ku guftûgoyên me, dê bibin hander ji bo bîrokeyên nû û çareseriyên kirdarî.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî Pêşwaziya Cîgira Serokê Parlamentoya (Nordrhein-Westfalen) ya Almanyayê Kir

WEDNESDAY, 04 FEBRUARY 2026 14:02:51

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê, 4ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xatûn Bêrîvan Aymaz, Cîgira Serokê Parlamentoya (Nordrhein-Westfalen) ya Almanyayê kir.

 
Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 04 FEBRUARY 2026 13:02:09

Hewlêr-KDP.info: îro 4ê Sibata 2026an, Serok Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê spasiya gelê Kurdistanê kir, ji bo wê piştgiriya dilsozane û komkirina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê. Serok Barzanî ragihand, gelê Kurdistanê careke din nîşanî cîhanê da ku di nava her şert û mercî de pişt û penayê hevdu ne.

 
Serokê Hikûmetê daxwaz dike Herêma Kurdistanê wek endamekî beşdar li rêxistina UNESCO bê wergirtin

WEDNESDAY, 04 FEBRUARY 2026 13:02:00

Dubey-KDP.info: îro 4ê Sibatê , Serokwezîr Mesrûr Barzanî li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, ligel Rêveberê Giştî yê nû yê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Khaled el-Anany hevdîtinek pêk anî.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Dubey

MONDAY, 02 FEBRUARY 2026 21:02:29

Dubey-KDP.info: îro (Duşem, 2ê Sibata 2026ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt Dubey, da ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe.

 
Serok Barzanî Pêşwaziyê li Balyozê Brîtanya li Iraqê Kir

MONDAY, 02 FEBRUARY 2026 21:02:13

Hewlêr-KDP.info: Roja Duşemê, 2 yê Sibatê, 2026, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Îrfan Sidîq, Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact