Silêmanî-KDP.info- Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li bajarê Silêmaniyê serdana Buroya Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û di civînê de behsa pêwendiyên dualî û rewşa Herêma Kurdistanê û navçeyê kirin.
Piştî civînê Berpirsê Ofîsa Rêkxistina PDKê li Silêmaniyê û Helebceyê Elî Husên ji rojnamevanan re ragihand, di civînê de behsa pêwendiyên di navbera YNK û PDKê de, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û aliyên siyasî de hatin kirin.
Elî Husên got: “Girîng e ku em di danûstandinan de rolek erênî û berpirsiyar bilîzin, da ku di asta vê qonaxê de bin.”
Berdevkê YNKê Seidî Pîra jî got, di civîna şanda bilind a YNK û PDKê ya 7ê Mijdarê de behsa çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hate kirin. Herwiha behsa kêmkirina aloziyan hat kirin, yek ji wan xalan jî ew bû ku YNK, PDK û aliyên din bi xurtî piştevaniya pêngavên hikûmetê bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyan bikin.
Herwiha got: “Hatina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Hewlêrê karekî erênî bû. Bêguman em piştevaniya her rêkeftinekê dikin ku bibe sedema çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de.”
Elî Husên wiha got: “Eger pêwîst be em dikarin hefteyê 2 caran bicivin, ji ber ku em û YNKê berpirsyaretî li ser milê me ye.”
Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.
Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.
Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.
Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.
Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike
Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 16ê Tebaxê salvegera jidayikbûna xwe û salvegera 80ê ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand: "PDK di dîrok, niha û paşerojê de alavek e ji bo xizmetkirina xelkî û bicîhanîna amanc û behayên neteweyî û nîştimanî."
Hewlêr-KDP: Serok Barzanî êrişa li ser hêzên Pêşmergeyan "bi tundî" şermezar kir û ragihand, ew êrişeke dijminane ye û ti hincetê ranagire.
Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser hêzên Pêşmerge şermezar kirin û ev êrîş wekî "destdirêjiyeke dijminane ya rasterast li ser serweriya welat" pênase kir.