Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 30 SEP 2026 08:08 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Hikûmeta Kurdistanê bang li civaka navdewletî dike: Piştevaniya mafên me bikin û nehêlin êdî mafên xelkê me werin binpêkirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 6ê Îlona 2023an, bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encûmena Wezîran, sersaxî û hevxemiya ligel malbat û kesûkarên şehîdên bûyerên çend roj berê yên Kerkûkê nîşan da û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran xwest. Di heman demê de Encûmena Wezîran bi tundî ew tundûtûjiyê şermezar kir ku li hember welatiyên sivîl ên Kerkûkê hatin kirin, ku bi awayekî gelek aştiyane xwepêşandana xwe dikirin û nerazîbûna xwe li hember wê zilma ku li welatiyên Kurd ên Kerkûkê têne kirin, nîşan didan, lê belê mixabin bi teqekirin û rijandina xwînê bersiva wan hat dayîn.

Encûmena Wezîran daxwazê ji Hikûmeta Federal û aliyên pêwendîdar dike ku ewên çek bi kar anîn ji bo rûbirûbûna xwepêşanderan û bûn sedema şehîdkirina welatiyên sivîl ên li Kerkûkê, divê bi demildest rêkarên yasayî derbarê wan de werin kirin û radestî dadgehê werin kirin, da ku bigihin cezayê xwe.

Piştre li ser pêşhateyên herî dawî yên cîbicîkirina yasaya budceya federal a ji bo sala darayî ya 2023an gotûbêj hat kirin, dûvre encamên gotûbêja şanda danûstandinê ya Herêma Kurdistanê piştî civîna wan a ligel şanda Hikûmeta Federal a li Bexdayê li ser maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê, ji aliyê endamên şandê ve hat pêşkêşkirin.

Encûmena Wezîran tekezî li wê yekê kir ku li hember pabendiyên Herêmê, divê hemû mafên darayî werin şandin, ku li gor lîsteyên budceya Iraqê yên ji bo sala 2023an dike 16 trilyon û 497 milyar dînar, ku mehane li gor hejmarên budceyê dike 1 trilyon û 375 milyar dînar, lê belê Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna xwe de roja 3ê Îlona 2023an,li derveyî lîsteyên budce û mafên darayî yên Herêmê, biryar da ku bi awayekî deyn, tenê bi qasî 500 milyar dînar di mehên 9, 10, 11 de werin şandin, ev di demekê de ku piştî meha 6an ve, ti pere ji bo mûçeyên mehên 7 û 8 nehatine şandin. Ev jî di demekê de ye ku her ligel ketina warê cîbicîkirinê ya yasaya budceya Iraqê 25ê Hezîrana 2023an ve, Herêmê pabendiyên xwe li gor yasaya budceyê cîbicî kirine.

Encûmena Wezîran di ber ronahiya van rastiyan de daxwaz dike ku Encûmena Wezîran a Iraqê bi awayekî dadperwerane biryara xwe li ber çavan derbas bike û heqên darayî yên Herêmê bi wan hejmarên ku di lîsteyên budceyê de hatine, ji Herêmê re bişîne, bi taybetî jî terxankirinên mûçeyan ku mehane 906 milyar dînar e, da ku Herêma Kurdistanê jî bikare mûçeyên mûçexurên Herêmê bide, wek mûçexurên seranserê Iraqê ku mehane bêyî paşketin ji wan re mûçe têne şandin, loma divê bi heman pîvanê, terxankiriyên mûçeyên Herêmê di nav budceya Iraqê de wek xwe werin şandin û bi awayekî cuda û nedadperwerane serederî ligel Herêmê neyê kirin, li gor destûr û çarçoveya bingeha wejheviyê li hember cîbicîkirina yasayan ligel wê serederî were kirin.

Di heman demê de Encûmena Wezîran daxwazê ji hêz û aliyên siyasî yên Herêmê dike ku yekdeng û yekhelwest bin di dakokînirina maf û desthilat û heqên destûrî yên Herêmê de, ji bo vê mebestê jî, pêşniyaza cezakirina civîneke berfireh a hêz û aliyên siyasî yên Herêmê hat kirin ji bo derxistina rastiyan.

Herwiha Encûmena Wezîran daxwazê ji hêz û aliyên siyasî yên sereke yên pêkhênerên hikûmeta Iraqê dike ku heqên Herêmê wek di lîsteyên budceyê de hatine, werin şandin û pabend bin bi mînhaca wezarî û rêkeftinên siyasî yên pêkanîna hikûmetê û di wê çarçoveyê de jî, serederî ligel maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê bikin.

Encûmena Wezîran daxwazê ji civaka navdewletî jî dike ku piştevanê Herêma Kurdistanê bin di bidestxistina mafên destûrî û heqên darayî de li gor destûr û rêkeftinan û rê nedin êdî mafên xelkê Kurdistanê bi awayekî nerewa werin binpêkirin.

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavayiyê, pêşwaziyê li birêz Liu Jun kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 19:09:42

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê 29ê Îlona 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li kesayetiyê navdar ê Brîtanî û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) Lord Michael Ashcroft kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 09:09:16

Hewlêr-KDP.info: îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li siyasetvan, xwedîkar û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê (IDU) kir; Lord Ashcroft armanca serdana xwe eşkere kir û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê li hev guhertin.

 
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Awistiryayê pêşxistina pêwendiyên xwe gotûbêj dikin

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 20:09:14

Hewlêr-KDP.info: îro 27ê Îlona 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Awistiryayê yê li Iraqê Axel Wech kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact