Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 12 OCT 2026 20:48 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Feylî beşekî serekî yê gelê Kurd in û jê nayên cûdakirin
| KDP.info


Serok Mesûd Barzanî li Konferansa Zanistî ya Navneteweyî li ser Jenosîda Gelê Kurd-Jenosîda Kurdên Feylî ragihand ku divê hemû qurbaniyên jenosîdê li Kurdistanê û bi taybet Kurdên Feylî, bên qerebûkirin û got: “Gelê me tawanê ku dîtiye ji bîr nake, lê belê ku derfet ji bo wî hat ku toleya xwe veke, nekir û nake jî.”

Hewlêr-KDP.info-Serok Barzanî îro li Hewlêrê beşdarî konferanseke zanistî ya derbarê jenosîda gelê Kurd (jenosîda Kurdên Feylî) bû. Serok Barzanî di konferansê de gotarek pêşkêş kir.
Ev jî naveroka wê gotarê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Amadebûyên birêz hûn hemû bi xêrhatin
Xûşk û birayên Feylî, (Xoşhatin û Be ban çaw)

Di destpêkê de dixwazim bixêrhatina amadebûyên birêz bikim û hêviya serkeftinê ji bo tevahiya vê kongreyê dixwazim. Kongreya Navdewletiya Zanistiya Jenosayda dijî gelê Kurdistanê, ev kongre jî taybete bi jenosayda Kurdên Feylî.
Guman tê de nîne ku Feylî beşekî serekiyê gelê Kurd in û jê nayên cûdakirin, bi hemû rêyek hewla ji navbirina wan hatiye dayîn, lê belê li gel wan hemû hewlan, nasname û rewşenbîriya xwe parastine, ji bilî wê yekê ketine bin êrîşên du aliyane.
Xebatgêrên Feylî beşdariyekî çalak li damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê û beşdariyê jî li serkirdayetiya şoreşa Eylûl da kirine, renge gelek ji amadebûyan ewe bizanin ku çend postekî girîngê serkirdayetiya partî ji aliyê xebatgêrên Feylî ve dihatin birêvebirin, wekî Sekreteriya Partî, Serokê Yekîtiya Afretên(Jinên) Kurdistanê, Serokê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û gelek pêgehên din. Feylî ji ber wefadarî û dilsozî û baweriya wan ya ji bo karên wan, baweriya Barzaniyê Nemir bi dest anîbûn.
Feylî ketin bin êş û karesatên mezin, rejîm bi gelek amrazan hewl daye ji bo ku wan ji helwestên niştimanî û neteweyiyên wan veqetîne û wan ji neteweya wan veqetîne, lê belê hemû amrazên wan şikest anîn, ji bo wê yekê hêvî bi amrazên dirindane birin, li nav wan de jî dûrxistina bi zorê û nefiyê bi wan hêcetan û pasawan ku ew biyanîne, her wiha dest bi serda girtina mulk û malên veguhestiyan û neveguhestiyan, ji bilî wan hemûyan jî, ew hejmara ku guman têda nîne, 12 hezar xort û renge zêdetir jî bê lê belê ewe hejmareke ku em jê piştrastin, temenên wan li navbera 18 heta 30 salan, bi awayeke dirindane hatin kûştin û heta niha jî kes nizanê li kû termên wan hatine veşartin.
Bi piştrastiyê ve li sala 1981, çekên kîmyayî li navçeya (Ekaşat) li ser 300 xortên Feylî hate ceribandin, paşê heman kirdar li ser dewruberê 150 ciwanên Barzanî hate ceribandin ku ew jî hatin kûştin.
Karesat û komkujîkirina Feyliyan, helqeyeke ji wê zincîre tawana ku li dijî gelê Kurdistanê hatiye encam dan, me hemûyan ewe dît ku çi bi serê Êzdiyan hat li komkujî ku hemû pêşbîniyan derbaskir. Gelê me van tawanan ji bîr nake, lê belê ku derfet ji bo wî hatiye pêş, tolê nekiriye û nake, li gel ewe de jî wan tawanan ji bîr nake.
Xûşk û birayan
Gotar û peyv nebesin, belkû divê lêkolîn li hemû amrazek bê kirin ji bo rêgirtina li dûbarebûna van cûre tawanên li paşerojê de, her wiha ji bo hemû qurbaniyekî komkujiya li Kurdistanê bi taybetî jî Kurdên Feylî, divê qerebuyekî dadperweraneya maddî û me'newî ya wan bêkirin û hemû mafên wan ji bo wan bê vegerandin.
Ji vir ve pêşniyar dikim navendek li Hewlêrê bê vekirin ji bo çavdêrîkirina tevahiya karubarên Feylî yan, li cihê merceek bê ji bo Feyliyan.
Li dawiyê de dibêjim:
"Wele tehsebenne ellezîne qutîlu fî sebîl Allah Amwaten, bel ahyaun înde rebbehum yurzequn"




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact