Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 20:52 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Em destê biratiyê dirêjî Iraq, dewletên cîran û hemû cîhanê dikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi helkefta Cejna Newrozê de ragihand: “Em wek Herêma Kurdistanê destê biratî, pêkve jiyan, hevdû qebûl kirin û xweşbîniyê dirêjî Iraq, dewletên cîran, hemû gel, netewe û civakên navçeyê û cîhanê dikin.”

Îro Duşema 20.3.2023 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Newrozê peyamek vîdyoyî belav kir.

Nêçîrvan Barzanî Cejna Newrozê li gelê Kurd ê li Kurdistan û hemû cîhanê, li malbatên şehîdan û hêzên asayîşê pîroz kir. Herwiha pîrozbahî û silav li her kesê ku di avadankirin, geşepêdan û geşbûna Kurdistanê de para xwe hebûye kir.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman “Newroz cejna netewî ya Kurdan e. Cejna serketin, xwebawerî, serbilindî û rûmetê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiya Newrozê de wiha got: “Sembola vejîna ruhê kurdewarî, evîna jiyan û mirovatiyê ya kurdan û hemû gelê Kurdistanê ye. Bi Newrozê re azadî, hesreta jiyaneke bi rûmet û hêviya paşerojeke baştir di can, xwîn, dil û mejiyê her Kurdekî de nû dibe.

Weke her car agirê Newrozê bawerî û hêza me ji nû ve geş dike. Ji bo vê jî kurd têk neçûn û dê nebin jî. Ji ber ku her biharê bi roniyên ewil ên Newrozê re ruhê berxwedan, azadî û serfiraziyê li her Kurdekî zindî dibe.

Azadî û destkeftî berhema ruhê ku netewe û gelê Kurd bi Newrozê afirandiye ye. Bi can, xwîn, hêsir û têkoşîn û berxwedana bi dehan salan a şoreşgerên Kurd û Kurdistanî pêk hat.

Em hemû dilgirtin û zilma duh bi bîr tînin. Em hemû girtin, komkujî, sirgûn, şewitandin, êrîşên wêrankirinê, kîmyabaran, Enfal û qirkirinê bi bîr tînin û tu carî ji bîr nakin.

Lê ev hemû nekarîn vîna jiyan, azadî û bextewariyê ya Kurd û gelê Kurdistanê bişkînin! Ji ber ku bi pêxistina agirê yekem a her Newrozê re Kurd wê dîsa rabin ser piyan û bi hêztir dest pê bikin.

Di Newrozê de evîna azadî, ax û welat, evîna netewî di nav Kurd û gelê Kurdistanê de ji nû ve çêdibe. Ev raza hebûn û vejîna vî miletê zindî ye, ku çekên herî zalim û bi hêz ên serdemê jî nekarîn û nikarin têk bibin.

Nêçîrvan Barzanî xwest ku di Newrozê de her kes bi malbat, xizm û hevalên xwe re têkiliya hezkirinê xurt bike û dibêje “Di asta siyasî de em Newrozê bikin firsendeke nû ji bo hevkarî, hevpejirandin û bi hev re karkirinê daku em bi yek dengî û yek helwest, li ser bingehê destûrê bi rêya diyalogê, pirsgirêk û nakokiyên Herêma Kurdistanê derbas bikin û pirsgirêkan çareser bikin.”

Nêçîrvan Barzanî got jî “ Bi vê minasebetê ez bang li aliyên Iraqî dikim ku bi hev re ji bo Iraqeke ku welatê me hemûyan be, bi ruhê Iraqeke netewî ku ji partî, netew, ol û mezheban derbastir be, kar bikin. Iraqeke ku aştî, aramî, serwerî, jiyan, rûmet, niha û paşeroj ji bo nifşên paşerojê were parastin. Em bi hev re dikarin Iraqê ji bo hemûyan bikin welatekî baştir.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku pêşketinên li gel hikûmeta Iraqê di rêyeke rast de çêdibin, ew gavên ku tên avêtin hêviyê dide û pêbaweriya di navbera alî û civakan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dê Iraqê bike welatekî bihêz, ewle û rêzdar.

Nêçîrvan Barzanî got: “Herêma Kurdistanê ji bo serxistina rojeva hikûmetê, proseya siyasî û prensîbên demokrasiyê li Iraqê li ser bingeha destûrê amade ye her cure alîkariyê pêşkêş bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got “Coş û kelecana Newrozê nîşaneya ruhê jiyanparêz û aştîxwaz a Kurd û Kurdistanî ye.” Barzanî diyar kir ku kernevala ku li xwezaya xweş a Kurdistanê tê pîrozkirin, ji dil û can û aştî, bextewarî, pêkvejiyan û aştiyê tê.

Nêçîrvan Barzanî dibêje “Em wek Herêma Kurdistanê destê xwe yê biratî, pêkve jiyan, hevpejirandin û lêborînê dirêjî Iraq, dewletên cîran, herêmê û hemû gel, netewe û civakên cîhanê dikin. Weke her car em ji her kesî re piştrast dikin ku em ê bibin hêmana aştî û aramiyê, parêzvanê yekîtî û berjewendiyên hevpar.”

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Newrozê li gel û neteweyan Newrozê pîroz dikin jî kir û got “ Em spasiya welatên dost, civaka navdewletî, dîplomat û rêxistinên navdewletî yên li Herêma Kurdistanê dikin ku piştgirî kirine. Em Newroza her kesî pîroz dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de bang kir û got “Ez ji we hemwelatiyên hêja daxwaz dikim ku hûn di rêwîtiyê de baldar bin. Paqijiya jîngehê û xwezaya xweş a Kurdistanê biparêzin. Rêgezên trafîkê bişopînin.”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact