Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 8 OCT 2026 09:25 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyên teqîna Duhokê re xwest
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê derbarê teqîna şeva bihorî ya li Duhokê peyamek belav kir û ragihand, “Dubarebûna teqîna gazê cihê nîgeranî û metirsiyeke cidî ye, divê dezgehên pêwendîdar di zûtirîn dem de bi cidî li ser vê mijarê bisekinin û baştir çavdêriya sîstema gazê û çawaniya bikaranîna wê bikin.”

Şevê din ji ber teqîna di sîstema gazê ya avahiyekê de li bajarê Duhokê, 4 kesan canê xwe ji dest dan û 34 kes jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

“Behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbanî yên bûyera xemgîn ya teqîna şevê dî ya bajarê Duhokê dikim ku cihê xemeka mezin e, dil û hestên min digel wan û şirîkê êş û kovana wan im, ji Xwedayê mezin hêvîxwazim canê qurbaniyan bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi malbat û kesûkarên wan bide, herwiha hêviya cansaxî û şîfaya bilez ji bo birîndaran dixwazim, em ji bo her alîkariyeka pêwîst ya çareseriya wan amadene.

Dubarebûna bûyerên peqîna gazê, cihê dilgiranî û metirsiyeka ciddiye û divê aliyên peywendîdar bi zûtirîn dem bi ciddî li ser vê mijarê rawestin û çavdêriyeka baştir li ser sîstemê gazî û çawaniya bikarînana wê bikin û rêkarên baştir yên selametiyê hebin da ku rê li bûyerên bi vî awayî yên xemgîn bê girtin.

Xwedayê mezin alîkarê malbat û kesukarên qurbaniyan û xelkê parêzgeha Duhokê be û dilê me hemûyan bi wan re ye.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.11.2022”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact