Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 9 SEP 2026 04:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin şerê sînorê Zaxo bidawî were û hurmetê ji ax û serweriya me re bigrin
| KDP.info


Zaxo-KDP.info- Îro Sêşemê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve merasîma danîna xîm û berê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê li sînorê îdareya Serbixwe ya Zaxo bi qasî 26 milyar û nîv dînaran birêve çû û Serokê Hikûmetê jî gotarek pêşkeş kir û di gotara xwe de got: “Mixabin ew şer û pevçûnên ku li navçeyên sînorî yên Zaxo hene, bûne sebeba wê yekê ku em nikaribin gelek gundên xwe avedan bikin. Lewma em hêvî dikin ew şer bidawî were û hurmetê ji serwerî û axa me re bigrin.”

Di gotara xwe de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ji ber careke din serdana deverê kiriye bextewer e ku dê li Zaxoka Delal berê bingehîn ê hin projeyên nû were danîn û salvegera yekem a bûna Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê li hemû aliyekî pîroz kir û got, hêvîdar im berpirsên îdareyê di xizmetkirinê de berdewam bin.

Mesrûr Barzanî wiha got: “Di dema borî de gelek proje di warên rê û sektora perwerde, tenduristî û sektora geştyariyê de hatine encamdan. Lê mixabin ew xizmetên layîqî xelkê Zaxo bûn heta niha nehatibûn kirin. Pêwîst e xizmeta xelkê me bê kirin û tişta ku em bikarin bikin ji bo başkirina jiyana xelkê Zaxo û awayê bajarvaniyê li Zaxo em bêxemiyê nakin û înşala emê berdewam bin.”

Serokê Hikûmetê ragihand, dê hin proje bikevin warê cîhbicîh kirinê û hin proje jî hene dê paşerojê de bên encamdan, ku ew jî bicîhanîna cadeya 60 metrî ya Zaxo, nexwaşxaneya qeza Batîfa û navçeya pîşesaziya Zaxo ku hemû dê bibin derfet. Hem derfeta kar ji bo xelkê Zaxoyê dê ava bike, hem jî dê alîkarbin ji bo pêşxistina warê aborî. Ji ber wê jî tenê ne li Zaxo, dê li hemû Kurdistanê jî ew xizmet berdewam bin.

Mesrûr Barzanî wiha domand: “Zaxo ji bo me bajarekî giring e, devera Zaxo bi awayekî giştî deverekî giring e. Zaxo gelek qurbanî ji bo parastina Herêma Kurdistanê daye. Ew tevgerên şoreşî yên li Kurdistanê li dû hev hatine kirin li vê deverê û ji ber wê jî vê deverê gelek qurban dane. Ez naha li vê derê bav û kesûkarên gelek şehîdan dibînim. Naha vê derê rawestane û amade ne. Ez bi rêzdarî serê xwe li ber wan diçemînim. Hêvîdarim xwedê temenekî dirêj bide wan û piştevanbin bo îdareya xwe ku îdareya serbixwe ya Zaxo jî di xizmeta we de be.”

Serokê Hikûmetê diyar kir, xelkekî zêde heye li Zaxo xwedî şehîd e û zehmetiyên mezin kêşane. Wekî piraniya navçeyên din ên Kurdistanê û wan jî bêxemî nekirine di pêşxistina destkeftên Kurdistanê de. Her xizmetekî ji bo vê deverê bê kirin mafê wan e û layîq in û pêwîst e roj bi roj qasî ku em bikarin divê devera Zaxo pêş bixin.

Mesrûr Barzanî wiha jî got: “Zaxo jibilî ku di riya kurdayetî û berxwedan û berevaniyê de gelek zehmetî dîtiye, devereke ji aliyê bazirganî ve jî pir girîng e. Deverek e ku Herêma Kurdistanê bi Ewropa ve girê dide. Gelek bazirganî bi riya Zaxo tê kirin û em dixwazin xelkê Zaxo jî mifayê ji wê bazirganiyê bibînin.”

Serokê Hikûmeta Kurdistanê wiha domand: “Zaxo ji aliyê geştûguzariyê ve bajarekî pir xweş e, lê mixabin ew şer û pevçûnên ku li navçeyên sînorî yên Zaxo hene, bûne sebeba wê yekê ku em nikaribin gelek gundên xwe avedan bikin. Lewma em hêvî dikin ew şer bidawî were û hurmetê ji serwerî û axa me re bigrin. Da ku em karibin xizmeta xelkê wan gundan bikin û êdî xelkê wan gundan vegerin ser malên xwe û li wir projeyên geştiyariyê destpê bikin.”




Nûçeyên din

Balyozê Rûsyayê spasiya alîkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

TUESDAY, 08 SEPTEMBER 2026 22:09:35

Hewlêr-KDP.info : îro 8î Îlonê 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya bidawîhatina erka wî ya dîplomatîk li Îraqê, , pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir.

 
Serok Barzanî peyameke spasdariyê belav kir

TUESDAY, 08 SEPTEMBER 2026 22:09:16

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî peyameke spasdariyê belav kir û tê de spasiya welatî, aliyên siyasî, berpirsên navxweyî û yên biyanî kir, ku tevlî şîna Xudêjêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî bûn û hevxemiya xwe diyar kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî dike

MONDAY, 07 SEPTEMBER 2026 16:09:30

Hewlêr-KDP.info : Roja Duşemê 7'ê Îlona 2026'an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Seyid Emar Hekîm Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Ammar El-Hekîm rewşa Iraqê û herêmê gotûbêj kirin

MONDAY, 07 SEPTEMBER 2026 14:09:22

Hewlêr-KDP.info:  Îro duşemê, 7ê Îlona 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Hîkme ya Neteweyî Ammar El-Hekîm û şandeke pê re kir.

 
Wezîrê Derve yê Îmaratê sersaxiyê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re dixwaze

MONDAY, 07 SEPTEMBER 2026 14:09:56

Hewlêr-KDP.info: Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî Yekşem, 6ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de diyar kir ku duhî êvarê Wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdulah bin Zayid Al Nehyan bi rêya telefonî peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact