25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Em ji ber rewşa Iraqê pir xemgîn in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber rewşa dawî ya Iraqê peyamek belav kir û tê de xemgînî û dilgiraniya xwe ji ber wê rewşê nîşan da.

Peyama Serok Barzanî:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Em pir xemgîn in ji ber bûyer û pêşhatên dawî yên ku li Iraqê derketine. Hêvîdar im ku hemû alî hest bi berpirsyaretiyê bikin û bêhna xwe fireh bikin û ji bo çareserkirina nakokiyan çek û tundiyê bikar neynin.

Hêvîdar im hizrê li wan çareseriyan bikin ku xêr bin û di berjewendiya gel û welat de bin.

 

Mesûd Barzanî

29.8.2022”

 

Nûçeyên têkildar