Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 17 JUN 2026 15:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

‎Serok Barzanî: Şehîdkirina 8 hezar Barzaniyan karesateke pir mezin bû, birîneke pir kûr e û nayê jibîrkirin
| KDP.info


Barzan-KDP.info- Îro Yekşema 31ê temmuza 2022 li Barzan Serok Mesûd Barzanî beşdariya rêwresma biaxspartina rufatên 100 şehîdên jenosaydkiriyên Barzanî kir û gotatek pêşkêş kir û ragihand: “Şehîdkirina 8 hezar Barzaniyan karesateke pir mezin bû, birîneke pir kûr e û nayê jibîrkirin.”

Ev jî naveroka wê gotarê ye:

Bi navî xwedayê mezin û dilovan

Mêhvanên birêz...

Hemû aliyek bixêrhatin serseran û serçawan.

Dîsa careke din birîna me ya kûr nûbûn, îro em pêşwaziyê li rufata 100 şehîdên dinê ji wan heşt hezar şehîdên bê tawan û mezlume ku bi destê zalim û dîktator hatin şehîd kirin, îro em pêşwaziyê li wan dikîn.
Gumana min nîne ku giyana pakê wan şehîdan, berî rufatê wan vegerin ser warê bab û bapîrên wan, ruhê wan hatiye.

Ew pêşwaziya germa doh şev li rufata wan şehîdan hate kirin her li Hewlêr heta gihîştin vir (Barzan), nîşana eweye ku peywendiyeke ruhî heye li navbera vî mîlletî û şehîdên wan. Ewe jî nîşan dide ku şehîdên me gelek bi qedir û ezîzîn li cem me.

Li rojeke wekî îro, berî 39 salan rejîma dîktatorî ya Be'es bi awayeke dirindane heşt hezar kesên bê tawan rapêçan çol û biyabanên Başurê Iraqê, zarokên 12 salan û heta pîremêrên 90 salî li nav wan da bûn, ewan hîç tawanek nebû, gunahê wan li cem wan zaliman tenê ewe bû ku Barzanî bûn, ewê ji bo xatirê navê Barzanî bê şehîd kirin, şehîdeke gelek mezine.

Dijmin gelek car dilê xwe bi wê yekê xweşkirine ku Barzanî temambûn, her li sala 1892 heta îro 16 car devera Barzan û gundê Barzan hatiye şewitandin û wêran kirin, hemû car jî ew mîllete milê xwe daye ber, xwe radestî zordaran nekiriye û warê xwe avadan kirine, ew îman û ew baweriya bi hêz li her du qutbe mezinan û mewlayan û mezinên me ji bo me mane, şehîdê mezin Şêx Abdulselam Barzanî, qutbê mezin Şêx Ehmed Barzanî, şehîdê yekem ku rêya şehadetê hilbijart kurê vî mîlletî û peyrewên wî ew jî wê rêyê hilbijart ku şehîdê mezin, şêxê mezin, Şêx Abdulselam Barzanî bu. Ewe demjimêreke ji ber wê germayê, tesewir bikin ku çend zehmete yazdeh û donzdeh salan mewlayê me û xudanê me, Şêx Ehmed Barzanî bi kot û zincîr li zîndana Bexda bergeyê girt û serê xwe ji bo dijminan neçemand, peyrew û murîdên wî jî li ser heman rêyê diçin, şehîdkirina heşt hezar kesan karesateke gelek mezine, birîneke gelek kûre û nayê ji bîr kirin.

Li vir da bi erk dizanim, ku balê bikşînim li ser rola wan dayikên qehreman, ewên ku nehiştin zarokên wan hest bi valahî û bi bê baviyê bikin, karkeriyê kirin û bi keda destên xwe zarokên pêgihandin, beşeke zêdeyê vê monumentê bi destê wan kuran hatiye avakirin ku we wan gihandiye, dibêjim spas, spas kême bo we, lê belê îcaze bidin ew destên ku li nav xolda û ew destên ku bi karkeriyê hemû birîndar bûye, bi şanaziyê ve yek bi yek destên we maç dikîn, şêre jinên, qehreman, we serê me bilind kir, çendî behs bikîn kême, xwîna wan şehîdan zêdetir me rijd dike li vê rêbazê, ji ber ku rêbaza şeref û keramete û rêbaza Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzaniye.

Gelek hewl hate dan bo hemû rufatên Barzanî û hemû şehîdên dinê enfalê li Germyan heta Badînan, ku ew bêne peydakirin û vegerandin bo warên bab û bapîrên wan û berdewam dibîn li ser hewlên xwe. Encumena Nûnerên Iraqê û Parlemena Kurdistanê û Dadgeha Temîzî ya Bexda, hemû biryarê dan ku eve jenosayde, Hikumeta Iraqê pêdagir kir ku hevkarbê ji bo vegerandina rufatên şehîdan û her wiha qerebûkirina kesukarên şehîdan, hemû malê dinyayê li cem me qîmeta perçe hestiyeke ji hestiyê wan şehîdan nîne, li cem me perçe hestiyeke şehîdan ji hemû malê dinyayê bi qîmettire, lê belê ewe berpirsiyaretiyeke yasayî û exlaqî ya hikumeta Iraqe û tekez li wê yekê dikîn ku pêwîste hikumeta Iraqê bi erkê xwe rabê beramber kesukarên şehîdan, li ser asta navdewletî jî hewlên me berdewam dibin bo ku wê tawanê bi jenosayd binasin li ser asta navdewletî de.

Bi pêwîst dizanim spasiyeke germ li xelkê Hewlêr û dewruberê Hewlêr û Herîr û Batas û Xelîfan û Soran û Dola Biyawe û hemûyan bikim, hem ji bo wan hevkariyên ku kirin gelek kes xwe û mal û zarokên xwe xiste jêr metirsiyê û nemana ji destê rejîmê, çendîn kurên Barzaniyan rizgarkirin. Li Hewlêrê gelek kes hevkariyeke zêde kirin heta ku dayika wan şehîdan bikarin zarokên xwe bi xwedî bikin, em hîç demekê wê başiya wan ji bîr nakîn, xweda padaşta wan bi xêr bide, her wiha bi pêwîst dizanim spasî Mela Mistefa û ew kedkarên li gel da kar dikin bikim ku vê bernameyê û merasîmê bi awayeke rêk û pêk bi cîh gihand.
Dema dîktator gelek bi xiruriyê ve digot "Barzanî gihîştin sizayên xwe, me wan şande cehennemê" îro Barzanî bi serbilindî li nav me ne û ew çû cehennemê û Barzanî li behiştê dan.

Li dawiyê de careke din, ez sersaxiyê li destpêkê de li xwe dikim û paşê li we, her yek ji we li xema ezîzek yan çend ezîzek daye, xema me hemûyan li ser milê me ye.

Ez jî wekî we nizanim ku hîç birayê min, birazayê min, pismamê min, kurên mamên min li nav wan dane, her yek ji wan ji bo min biraye, pismame û birazaye û kurê mame, hemû kes û karên mene.

Xweda hedar û tehemulê dide me.

Xweda şehîdan bi behişt şad bike.

Xweda hevkar bêt..
Wesselamun aleykum”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziyê li nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Iraq û Sûriyê kir

TUESDAY, 16 JUNE 2026 22:06:51

Hewlêr-KDP.info : roja Sêşemê 16ê Hezîrana 2026an li Pirmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyoz Tom Barrack, nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Iraq û Sûriyê kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Mazlûm Ebdî rewşa Kurdan li Sûriyê gotûbêj kirin

TUESDAY, 16 JUNE 2026 22:06:30

Hewlêr-KDP.info : Êvariya îro Sêşemê 16.06.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel birêz Mazlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civîya.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnerê Taybet ê Serok Trump Pêşxistina Têkiliyan Gotûbêj Kirin

TUESDAY, 16 JUNE 2026 20:06:11

Hewlêr-KDP.info : Piştî nîvroya îro Sêşemê 16.06.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Tom Barrack, nûnerê taybet ê birêz Donald Trump, Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Iraq û Sûriyê kir.

Tom Barrack: Serok Trump rêzeke taybet li gelê Kurdistanê û serkirdayetiya Serok Barzanî digire

TUESDAY, 16 JUNE 2026 20:06:02

Hewlêr-KDP.info : Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack tekezî li ser giringiya aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê, pêkanîna kabîneya nû û dawîanîna bi xetimîna siyasî kirin.

Mesrûr Barzanî sersala nû ya Koçî li hemû misilmanan pîroz dike

TUESDAY, 16 JUNE 2026 12:06:20

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta sersala nû ya Koçî, pîrozbahiyeke germ li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact