Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 29 SEP 2026 01:16 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Hevxemiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê ji hikûmet û gelê Japonyayê re hat ragihandin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info – Li ser navê Serok Barzanî, heval Mehmûd Mihemed Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana konsulê Japonyayê kir û hevxemiya Serok Barzanî ji bo kuştina Serokwezîrê berê yê Japonyayê ji hikûmet û gelê Japonyayê re ragihand.


Îro danê sibê li ser navê Serok Barzanî heval Mehmûd Mihemed Endamê Polîtbîroya PDKê serdana Konsulusxaneya Giştî ya Japonyayê li Hewlêrê kir û bi germî ji aliyê Mikihiro Arakawa Konsulê Giştî ve hat pêşwazîkirin.

Di vê serdana han de heval Mehmûd Mihemed ji ber terorkirina Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe, hevxemiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê pêşkêşî Konsulusê Giştî, Hikûmet û gelê Japonyayê kir.

Ji aliyê xwe ve jî Mikihiro Arakawa spasiya cenabê Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û têkeliyên navbera Japonya û Kurdistanê bilind nirxand.




Nûçeyên din

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Awistiryayê pêşxistina pêwendiyên xwe gotûbêj dikin

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 20:09:14

Hewlêr-KDP.info: îro 27ê Îlona 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Awistiryayê yê li Iraqê Axel Wech kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 19:09:15

 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê Peter Nielsen kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Avusturya yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 16:09:32

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşemê, 27ê Îlona 2026an, li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyozê nû yê Avusturya yê li Iraqê birêz Axel Wesch kir.

 
Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 17:09:05

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Îro Înî, 25ê Îlona 2026ê, di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand: “Dengek bo dîrokê û bîranînek bo nifşan.”

 
Mesrûr Barzanî salvegera referandûmê li gelê Kurdistanê pîroz dike

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 11:09:31

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera nehê ya referandûma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li gelê Kurdistanê dike.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact